Li Kobanê û Helebê komploya navneteweyî hat şermezarkirin

  • 15:09 14 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ/HELEB - Li seranserî Rojavayê Kurdistanê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi çalakiyên cûr bi cûr yên wekî, semîner, daxuyanî û meşan hat şermezarkirin. 
 
Bi nêzikbûna 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Îro jî li bajarê Kobanê û Helebê daxuyanî hat dayîn. Li bajarê Kobanê hevjînên şehîdan û li bajarê Helebê jî rewşenbîran bi daxuyaniyan komploya navneteweyî şermezar kirin. 
 
Li Kobanê komplo hat şermezarkirin
 
Bi sedan dayik û hevjînên şehîdan ên Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya di kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd tê meşandin, bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Her wiha ciwanên şoreşger ên herêma Firat, Minbic û Reqqayê ku di 12’ê Sibatê de bi armanca şermazarkirina komploya navneteweyî dest bi meşa dirêj kirin, ew jî tevlî daxuyaniyê bûn û wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyarî dayik û hevjînên şehîdan kirin. Di daxuyaniyê de  alên Meclisa Malbatên Şehîdan (MMŞ)  û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.  Daxuyanî li goristana Şehîd Dicle Kobanê ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Ronahî Ehmed ve hat xwendin."
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Wek dayik û hevjînên şehîdan ên Kantona Kobanê em 21’emîn salvegera komploya navneteweyî ya ku di kesayeta Rêber Apo de li dijî Gelê Kurd hat kirin şermezar dikin. Me bi Rêber Apo re ji bo azadiya Kurdistan û ji bo azadiya jinê têkoşîn da. Rêber Apo di şexsê dayikan de şoreş nirxand û bi her kesî da naskirin. Şoreşa bi pêşengiya Rêber Apo û jina azad bi rê ket, her ku diçe bi ser dikeve. Rêber Apo ji bo jinê ji bin sîstema desthilatdar xelas bike, bi her awayî û di her deme de, li hemberî zor û zehmetiya desthilatdaran têkoşîn û berxwedan da meşnadin, jin kir pêşeng û xwedan rol di nav civaka Kurdistanê de.
 
Îro li her devereke Kurdistanê û di hemû qadên, ev yek jî di şexsê Sara, Şîlan, Arîn û Rêvanan de hatiye îsbatkirin. Ew jî hemû bi saya fikir û ramanên Rêber Apo pêkhat. Ji ber vê yekê wek malbatên şehîdan bang li jinên cîhanê dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo bê deng nemînin, li dijî desthilatdariyê bi helwest bin û faşîzmê şermezar bikin. Faşizm li gorî desthilatdariya xwe dixwaze hemû fikrên azad tune bike û jinê careke din ji jineke azade bike jineke kole. Lê em jin hemû xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin û tu carî em ê rê nedin ku desthilatdar xeyalên xwe pêk bînin.
 
Em dixwazin bi rêber apo re azad bijîn
 
Jiyana me wek jinên malbatên şehîdan û jinên Apocî wê li gorî jiyana Rêber Apo û zanista Rêber Apo bê, wê jiyana me di her demê de  bi wate bê. Pêwiste di vê demê de bêhtir kar û xebatên me ji bo azadiya Rêber Apo bin. Jiyana bê Rêber Apo jiyaneke bê wate ye. Hêvî û xeyalên me ew in ku em bi Rêber Apo re azad bijîn û azad kar bikin."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
Rewşenbîran li Helebê li dijî komployê daxuyanî dan
 
Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rewşenbîrên Helebê ên taxa Şêx Meqsûd  daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bi dehan rewşenbîr amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rewşenbîrên Helebê Kamuran Bîlal ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li dijî Gelê Kurd tê meşandin. Em vê komployê şermezar dikin û em bêdeng namînin, li dijî komployê em ê her li ser piyan bin û têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha dewleta tirk her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo giran dike. Hemû cîhan dizane Rêber Apo temsîliyeta wicdanî a netewan e. Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêber Apo bi komployek navneteweyî hat dîlgirtin û radestî dewleta tirk hat kirin, em vê roja reş şermezar dikin û heta Rêber Apo azad nebe em nasekinin û em ê her di nava çalakiyan de bin.  Xwestin bi vê komployê îradeya Gelê Kurd bişkînin û Gelê Kurd qir bikin, lê berovajî wê gel bi hêz bû û li dijî dagirkeriyê li ber xwe da. 
 
Em wek Rewşenbîrên Helebê bang li hemû jinan û gelan dikin ku xwedî li keda Rêber Apo derkevin, xeta berxwedan û têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo ji Îmraliyê rizgar bikin. 
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bîjî Serok Apo" bi dawî bû.