Rêveberiya Xweser 15’ Sibatê bi daxuyaniyekê şermezar kir

  • 14:32 14 Sibat 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi daxuyaniyekê li kampa Berxwedanê ya Şehbayê şermezarkir.
 
Bi armanca salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Her wiha  wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, komployek li dijî vîna gel, demokrasî û aşîtiyê ye." û "Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye" hatiN hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Xweser a Efrînê Şîraz Hemo ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Doza hebûna kurd gihêşt asteke ku bû gengeşiya gelek civak û welatan. Di pergala kapîtalîst de Gelê Kurd ji bo ku hebûna xwe teqez bike bi gelek qirkirin û komkûjiyan re rûbirû hat. Şerê cîhanê yê sêyemîn rastiyeke li ser Rojhilata Navîn  û çanda wê pêk tê û Sûriyeyê para mezin ji vî şer û kirîzê dît. Tenê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêbazên xwe yên siyasî û leşkerî ku felsefeya netewa demokratîk, wekheviya gelan û azadiya jinê bingeh digire tekez kir ku ew xwedî pirojeyeke çareserkirinê ye. Rola Rêber Apo rola herî çalak di pêkanîna aştiyê de ye û berdewamiya tecrîda li ser derfetên pêkanîna aştiyê qels dike.  
 
Em weke Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê pilana navneteweyî ku li ser Gelê Kurd û tevahî gelên herêmê bi dîlgirtina Rêber Apo  şermezar dikin û em daxwaz dikin ku herkes bi erka xwe ya exlaqî û qanûnî rabibin û Rêber Apo serbest bê berdan."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.