Jinan derbarê tecrîdê de daxuyanî dan: Çareserî li Îmraliyê ye

  • 14:08 14 Sibat 2020
  • Rojane
ÊLIH - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Bajarê di daxuyaniya derbarê tecrîdkirina Abdullah Ocalan de axivî û got,"Cihê ku pirsgirêka kurd lê bê çareserkirin Îmralî ye."
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê û Tevgera Jinên Azad (TJA)  li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Êlihê têkidlarî salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat û tecrîtkirina wî de civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin tevli civînê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî. 
 
Ayşe da zanîn ku 21 sal in tecrît li Ocalan heye û got: “Tevî qanûnên Tirkiyê û peymanên navneteweyî jî tecrît didome. Ev tenê ne meseleyek hiqûqî ye. Ji dagirkirina Rojava bigire heta tayînkirina qeyûman hemû dewama tecrîtkirinê ne. Şerê li Rojhilata Navîn jî tê meşandin girêdayî tecrîdê ye. Abdullah Ocalan her tim banga çareseriyê kir û got ku ew amade ye. Lê bi kûrkirina şer û girankirina tecrîdê bersivê didin birêz Ocalan. Divê tecrît were bidawîkirin. Çimkî wê ev siyaset gelan ji hev qût bike. Kes nikare bêje pirsgirêka kurd nîne. Em wan kesên ji çareseriyê dûr in, vedixwînin bi rêyên demokratîk ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Navnîşana çareseriyê Îmrali ye.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.