Li dijî zextan laçika xwe derxist: Ev çalakiyek e

  • 09:14 14 Sibat 2020
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Dîlan Yildiz diyar kir ku li Wanê dema di protestoyên qeyûm û serdegirtina malan de hatiye binçavkirin rastî îşkenceya lêgerîna tazî û derxistina laçika xwe hatiye û got di binçavkirina dawî de laçika xwe derxistiye û bertek nîşan daye. Dîlanê wiha got: “Li dijî çavsoriya hikûmeta AKP’ê ya di bin çavan de min bi derxistina laçika xwe çalakî pêk anî.”
 
Xebatkara meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Yildiz yek ji jineke ku di bin çavan de rastî îşkenca lêgerîna tazî hatiye. Dîlan di 27’ê Tebaxa 2019’an de di çalakiya protestoyî ya parka Hunerê ya li ser Kolana Cumhuriyetê ji aliyê polîsan ve bi erdê re hat kaşkirin û binçavkirin.
 
Piştî binçavkirinê hat girtin
 
Dîlan piştî hat binçavkirin şûnde li TEM a Midûriyeta Emniyeta Wanê rastî lêgerîna tazî û derxistina laçika serê wê hat. Dîlan piştî 4 roj binçavkirinê hat berdan lê di 10’ê îlona 2019’an de dîsa di serdegirtina malan de hat binçavkirin. Xebatên KCD’ê hincet hat nîşandan û hat girtin. Dîlan di 10’ê Sibatê de di rûniştina li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin de hat tahliyekirin. Dîlan di encama îtîraza dozgeriyê de di 12’ê Sibatê de dîsa hat girtin û tiştên jiya ji ajansa me re nirxand.
 
‘Laçika jinan bi zorê derxistin’
 
Dîlanê da zanîn ku protestoyên qeyûman de hatiye binçavkirin û sê jinên serê wan girtî jî hebûn û got: “Em birin TEM’ê. Laçikên me bi zorê derxistin. Me hinceta wê pirsî gotin ‘hûn dikarin bi vê xwe bixeniqînin. Em xebatkarên partiyek muxalîf bûn. Hewldaneke me ya wisa tu car tune. Tevî ev dizanibûn jî ev pêkanîn kirin. Helwesta desthilatdariyê bi îslam û ol tune. Ez ji lîseyê de girtî me. Ev sembola baweriya min bû. Di bin çavan de min dît ku ger tu ne alîgirê desthilatdariyê bî, tu ne ‘xwişkên wan yên sergirtiye’. Min dît ku tu muxalîf bî bi zor laçika te derdixin.”
 
Dîlanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku li dijî vê zordariyê biryar daye ku êdî serê xwe negire û wiha pê de çû: “Min li dijî vê pêkanînê got ku ‘ez êdî nabêjim laçika min dernexin. Ez li dijî çavsoriya we laçika xwe derdixim’. Min got ez êdî serê xwe nagirim.Min laçik derxist û avêt wan. Carek din jî min neda serê xwe. Ev hewldana min çalakiyek bû. Ez dixwazim her kes bizane ku AKP ol çawa bi kar tîne.”