Eren Keskîn:Darizandinek adîlane ne mijara gotinê ye

  • 09:13 14 Sibat 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL- Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê. Yek ji parêzerên ewil yên Abdullah Ocalan Eren Keskîn wiha got: “Wê demê em neçar bûn biryarek dîrokî bidin. Dozeke wisa mezin di 4-5 mehan de hat qedandin. Ji ber vê em nikarin behsa darizandinek adîlane bikin. Qanûneke komployê heye, mejiyekî din wir bi rê ve dibe.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi koployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û di ser de 21 sal der bas bû. Piştî vê gelê Kurd li her derê rabû ser piyan, bi sedan kesî bedena xwe dan ber agir. Parêzer Eren Keskîn der barê wan deman de axivî.
 
*Hûn dikarin der barê pêvajoya koployê de çi bêjin? Rihê siyasî yê wê demê çawa bû? Di rojeva Tirkiye û Rojhilata Navîn de çi hebû?
 
Wê demê em komek parêzer diketin dozên siyasî yên Kurd. Bêguman beriya anîna Ocalan jî pêvajoyek hebû. Pêvajoya Îtalyayê hebû. Bi mirovan re hêvî çêbibû. Di pêvajoya Îtalyayê de hat gotin ku wê pirsgirêka Kurd çareser bibe û çareserî ji Ewropayê hêsantir bê çareserkirin.
 
Lê rojekê di televîzyonê de Bulent Ecevît got Ocalan anîne Tirkiyeyê. Ez hema çû girtîgeha Bayrampaşayê. Ji bo rewşa girtiyan bû. Muvekîlên min hatin. Her kes bi fikar bû. Digotin wê ji vir şûnde çi bibe? Her kes tevlî hev bûbû. Rojname û televîzyon li me digerin. Ji ber em diketin dozên kesên ji PKK’ê didarizîn li me digerin. Ez û Osman Baydemîr cigirên ÎHD’ê bûn. Rojnamegeran digotin ‘hûn parêzerê wî ne?’. Di hawirek wisa de hawirek lînçê jî dest pê kir. Tehdîd û êrîşên li kolanan dest pê kirin.
 
Ne siyasetmedaran, artêşê siyaset diyar dikir. Salên 90’î giran derbas bû. Şerê qirêj berdewam kir, mirov hatin qetilkirin û gund hatin şewitandin. Dawiya salên 90’î de jî Ocalan anîn Tirkiyeyê.
 
*Di pêvajoyeke ku zext û zor zêde bû de, we parêzeriya Lîderê PKK’ê kir? Çima wek ev peywir girt gelo?
 
Li Stenbolê hejmara parêzerên dikevin van dozan diyar bûn. Yên herî zêde dihatin zanîn jî em bûn. Ji ber vê li me digerin. Em jî diaxivîn. Di roja çaremîn de êvar bû. Dîmenên balafirê hatin weşandin. Derengiya şevê bû, Osman Baydemîr li min geriya. Bêguman ewil hinek tiştan em asteng dikirin. Em cigirên serokatiya giştî ya ÎHD’ê bûn. Osman Baydemîr bi rondikên çavan got tu heye an na.Min jî got ez heme. Me civîn kir û me 12 parêzerî serî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Stenbolê (DGM) da.
 
Di serlêdanê de em sê parêzer ketin odeya wekîlê serdozgeriyê. Me daxwazname da. Wek dijmin li me mêze kir. Bawer nekir ku em ji bo wê serlêdanê dikin. Bi nefret nêzî me bû. Em derketin çapemenî li bendê me bû. Me ji çapemeniyê re got ev tiştekî gelek normal e, em parêzer, mafê her kesî heye ku bibe xwedî parêzer.
 
Wê pêvajoyê wisa dest pê kir. Bêguman yên rexne kirin hebûn. Gotin em ê parêzeriya we bigirin, komeleya we bigirin. Lê em neçar bûn bi Osman re biryarek dîrokî bidin. Ez tu car ji bo vê biryarê jî poşman nebûm. Me ya rast kir, me tişta ku mafê me bû kir. Ew dîmenên balafirên li hember hemû gelê Kurd bû. Divê me ev peywir bigirta ser xwe.
 
Di encama darizandinê de biryara darvekirinê hat dayîn. Zîhniyeta ku îro dibêje ‘em ê darvekirinê bînin’, ji ber ku dizanibû wê nikaribin Ocalan darve bikin, rakirin. Ger tiştek wisa bikirana wê li Rojhilata Navîn aloziyek mezin derketiba. Lê ev nekirin û biryara rast jî dan.
 
*Di pêvajoya darizandinê de çi bû? Di vê pêvajoyê de hiqûq çawa pêş ket?
 
Ez û Osman gelek tehdîd kirin. Heta wezareta karê hundir got peywirdarê parastinê bidin we. Me red kir. Em li kolanan rastî êrîşan dihatin. Em 6 mehan nikaribûn biçin malên xwe. Li malên me pankartên ‘Ez çi kêfxweş im Tirk im’ hatin daliqandin.Wê demê ji ber min gotina Kurdistan bi kar anî, salekê pîşe li min qedexe kirin. Gelek kes bi lînçê hatin kuştin.
 
Di pêvajoya darizandinê de ji ber peywira min ya ÎHD’ê, min zêde di asta darizandinê de cih negirt. Hevalên din şopandin. Lê dozeke wisa mezin di 4-5 mehan de hat qedandin. Ji ber vê jî mirov nikarin behsa darizandineke adîlane bikin.
 
*Anîna Abdullah Ocalan bandorek çawa li ser civakê kir?
 
Bi du alî bandor li ser Kurdan kir. Ya yekem travma afirand. Ya duyem jî hesta yekitiyê afirand. Yanî wê demê baş tê bîra min her kesî digot ev pêkanîn li hember Kurdan pêk hatiye. Yanî pêkanîneke ku rûmeta mirovan dişkand bû. Ji ber vê her kes bi bandor bû.
 
*Hûn bandora rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de çawa dibînin?
 
Rola Ocalan dewlet jî baş dibîne. Di hilbijartinên Stenbolê de neçar man xwe bavêjin wî. Binêrin çiqas girîng e? Ew jî girîngiya wî baş dizanin. Li gorî min vê pirsgirêkê bi Ocalan re dikarin çareser bikin. Navberekê cerabandin, her tişt jî baş bû. Bi mirovan re hêvî çêbû. Ji bilî wê jî her tim bêzarî hebû. Hîna jî didome. Lê divê êdî bi rastî ev biguhere.
 
*21 sale bang û hewldana Abdullah Ocalan a ji bo aştî û wekheviyê hîna bersiva xwe negirtiye. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
Tirkiye ji bo ku karker, kedkar û welatiyên wan rehet bike divê demildset dawî li şer bîne. Divê polîtîkayên aştiyane bînin rojevê. Di vir de bêguman nêrîna dewletê pirsgirêk e. Her wiha li gorî min pirsgirêkeke çîna karkeran û sosyalîstan jî heye. Heta îro carekê jî ji bo aştiyê greva giştî pêk neanîn. Carekê jî ji bo aştiyê greva giştî pêk bihata wê gelek tişt biguheriya.
 
*Tecrîda didome wek berdewamkirina komploya navneteweyî tê nirxandin. Hûn tevlî vê dibin gelo?
 
Bêguman, ji ber ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd pergaleke li Îmraliyê derbas dibe ye. Ne li gorî hiqûqa Tirkiyeyê ye. Hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzeran re girêdayê rêbazan e. Qanûna vê heye. Lê ev qanûn pêk nayê. Wê demê kîjan qanûn pêk tê li wir? Xuyaye ku qanûna komployê heye li wir. Em wisa difikirin. Ger derwlet li cihekî hiqûqa xwe ya navxweyî pêk neyne wê demê pirsgirêk heye. Wê demê mejiyekî din wir bi rê ve dibe. Tecrîd îşkence ye. Xuyaye pergaleke ku em nizanin li wir pêk tê.
 
*Piştî 15’ê Sibata 1999’an şûnde di siyaseta navneteweyî de çi guherî?
 
Komara Tirkiyeyê gelek peymanên navneteweyî yên îmze kiriye pêk nayne. Di van peymanan de jî welatên Ewropayê îmze avêtine. Bi hev re îmze dikin. Lê Tirkiye li gorî wan tev nagere. Ji ber vê jî îtîbaraza xwe winda kiriye. DMME Tikriyeyê wek welatên binpêkirina mafan aşkera dike.
 
*Tiştekî hun lê zêde bikin heye?
 
15’ê Sibatê ji bo Kurdan dîrokeke girîng e û ji bo gel salvegera travmayê ye. Ev jî aşkeraye ku gotina Ocalan pir girîng e. Dewlet jî diçe ber deriyê wî, hewcedarê wî ye. Ji ber vê divê êdî destûr bidin ku dengê wî bigihêje gel. Ev jî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Tu aliyê hiqûqî yê tecrîdê tune ye. Tirkiye bi awayekî dijhiqûqî tecrîdê pêk tîne. Divê her kes azad biaxive. Lê azadiya axaftinê tune ye. Her kes ji ber vê tê girtin. Ji bo çek bên bêdengkirin divê siyaseta sivîl xurt bibe. Ji ber vê divê astengiyên li pêş azadiya fikr û ramanê rabin.