Foza Yûsif: Em dikarin jiyana azad a ku gelê me hesreta wê ye ava bikin(3)

  • 09:03 14 Sibat 2020
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Foza Yûsif, derbarê yekîtiya Gelê Kurd û nêzîkatiyên partiyên Kurd a ji bo yekîtiyê, nirxandin kir û got:" Hebûna Kurdan bi tehdîdeke mezin rû bi rû ye û êrîşeke mezin li ser nasnameya me heye. Bi yekîtiya Gelê Kurd hêz, hebûn û mafê me ew ê mîsoger bibe. Divê em van hêviyên gelê xwe pêk bînin. Em dikarin jiyana azad a ku gelê me hesreta wê ye ava bikin."
 
Têkildarî mijara yekîtiya neteweyî ya kurd, pêşwaziya partiyên Kurd a ji bo yekîtiyê, Endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsif nirxandinên girîng kir. 
 
Di berdewamiya gotibêja bi Foza Yûsûf beşa 3'yem de Fozayê bal kişand yekîtiya Gelê Kurd. 
 
'Êrîşeke mezin li ser hebûn û nasnameya Kurd heye'
 
Hebûna Kurdan bi tehdîdeke mezin rû bi rû ye. Rewşa ku li Iraqê pêş dikeve, rewşa êrîşên li ser Kurdên  Bakurê Kurdistanê, êrîşên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, vê yekê derdixîne holê. Êrîşeke mezin li ser hebûn û nasnameya me heye. Bê guman li hember vê yekê berxwedaneke mezin heye, lê tehlûke jî gelek mezin in. Ji bo wê di xeta neteweyî de, divê rastiyê em fêm bikin û ji xeteriyên wê re hişyar bin. Hem di aliyê hundir û hem li derve divê em her dem hişyar bin. Derfet ji bo avakirina yekîtiya Gelê Kurd heye."
 
'Ji bo yekîtiyê divê berjewendiyên neteweyî li pêş be'
 
Di demên derbasbûyî de tevgerên siyasî yên Kurdî gelek daxwazên wan ên kombûnê hebûn, lê belê gelek astengî  ji aliyê hêzên navneteweyî ve dihat kirin, lê niha hem di aliyê hundir hem jî li derve daxwazeke mezin a pêşketina yekîtiya neteweyî û hevgirtinê heye. Li ser vî esasî gelek hewildan çêbûn, lê mixabin heta niha di asta pêkanîna kongreya neteweyî ya giştî de encamên pêwîst nehatiye bidestxistin. Sedemên parçebûnê pir in. Gelek rêxistin û hêzên Kurdî ne di ferqa tehdîd û rewşa ku Kurd tê de dijîn de ne. Ev jî pirsgirêkeke gelek mezin e. Hinek nûnerên partiyên kurdan berjewendiyên xwe yên biçûk û teng dixin pêşiya berjewendiyên neteweyî. Ev jî nahêlê ku yekîtî çêbibe. Ji bo yekîtiyê divê berjewendiyên neteweyî li pêş be."
 
'Yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din pir girîng e'
 
Li Rojavayê Kurdistanê hewildaneke yekîtiyê heye. Li ser Gelê Kurd li Rojava jî êrîş, dagirkerî û qirkirineke mezin heye.  Pêwîst e weke Kurdên Rojavayê Kurdistan vê yekê  em pir baş bibînin û fêm bikin û li gor wê xwe birêxistin bikin. Yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din pir girîng e, ji ber Sûriye ber bi avakirineke nû diçe, bi qasî ku di vê demê de em hebûna xwe bidin diyarkirin em dikarin mafê xwe mîsoger bikin. Piştî ku kevir cihê xwe girt û destûra nû  hat nivîsandin, em nikarin vê pêvajoyê vegerînin serî. Li ser vî esasî însiyatîfên ku pêş ketin hem ji aliyê rewşenbîran ve, hem gelên civakê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gavên pir bi nirx in. Pêwîst e li derdora van bangan guhertin û veguhertin çêbibin, lê ger ev yek çênebe, em nikarin sibehê bi rûyekî spî derkevin pêşiya gelê xwe. Heta niha hin gav hatine avêtin û didomin."
 
'Pêwist e em hêviyên gelê xwe pêk bînin û yekîtiya xwe ava bikin' 
 
Herî dawiyê ENKS’ê biroyên xwe li herêmê vekirin. Xwezî ev gav hîn zûtir ba. Em pir dereng hereket dikin. Pêvajoya li herêma me û li Sûriyeyê bi lez diçe. Ger em gavên lez neavêjin, em ê dîsa nirxên xwe winda bikin. Em hêvîdar in ji niha û pê de gavên mezin bên avêtin. Gerek em di ferqa tehdîd û xeteriyê de bin. Perspektîf û dîplomasiya xwe yên neteweyî, em bikin yek.  Ji bo berjewendiyên gelê xwe xebat bikin û mafê wan berî her tiştî biparêzin. Gelê me bi hêviyeke mezin li benda van gava ye. Pêwist e em li daxwaza gelê xwe xwedî derbikevin, li berpirsyartiyên xwe yên dîrokî jî pêwist e em xwedî derketinekê çekin. Weke tevgera siyasiya Kurdî, di ferqa siyaseta xwe de bin û bi vê hişmendiyê em hereket bikin. Çareserî di yekîtî û neteweyî de ye. Hêza me yekîtiya me ye. Pêşeroja ku em dixwazin ava bikin di asta yekrêziyê de ye.  Hêz bi yekîtiyê tê avakirin û bi hêzê em dikarin mafê xwe mîsoger bikin.  Em bawer in ku her kes bi vî rihî tev bigere. Astengiyên ku li pêşiya me hene em ê derbas bikin."