Komcivîna Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê bi nîqaşên girîng bi dawî bû

  • 17:50 13 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Komcivîna Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê ya diyaloga hiqûqî bi niqaşên girîng bi dawî bû.
 
Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê bi armanca niqaşkirin û nirxandina destûr û forma wê, pergala rêveberiyê û ya ne navendî, danûstandinên kurdî-kurdî û yekrêziya wê, îro li baxçeyê Ronîwar ê Kobanê bi amadebûna dehan siyastemedar, parêzer û kesên serbixwe yên ji Herêma Firat, Minbic û Reqqayê komcivîna diyaloga hiqûqî hat li dar xist.
 
Piştî şirovekirina xala Destûr, parêzer Ferhad Baqir danûstandinên kurdî-kurdî şirove kir û ji aliyê beşdaran ve niqaşên girîng li ser vê xalê hatin kirin.
 
Piştre jî ji aliyê parêzer Şehîn El- Elî ve xala pergala rêveberiyê hat nirxandin.
 
Şehîn El-Elî wiha got: "Li cîhanê gelek pergalên rêveberî û dewletê hene. Piranî dewlet sîstema seroketî bi kar tînin, hin jî sîstema parlemant bi kar tînin. Her dewletek pergala ku nûnertiya wê dike qebûl dike. Di encama şert û mercên ku Sûriye tê de derbas bû, bi taybet jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî ku hikumeta Sûriyê herêmên di destên wan de radestî komên terorîst kirin û di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de alîkariya gelê herêmê nekirin. Gelê herêmê bi xwe rêveberiya xwe û hezên leşkerî ava kirin. Hemû saziyên ku daxwazên gelê bi cih tîne hatin avakirin û pergala Rêveberiya Xweser ku mafê hemû pêkhateyan diparêze hat avakirin. Gelê herêmê piştî damezrandina Rêveberiya Xweser li ser bingehê jiyana hevbeş xwe bi rêxistin dikin.”
 
Piştre ji aliyê beşdaran ve nirxandin li ser vê xalê hatin kirin.
 
Di dawiya komcivînê de serokê Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê Îbrahîm El-Qeftan spasiya beşdaran kir û got: "Ez hêvîdar im ku bi rêya vê komcivînê hemû partiyên siyasî bi yek armancê bi hevdu re Sûriyeke demokratîk û ne navendî ava bikin.”