Li Kobanê şanoya bi navê Tenêbûn hat lidarxistin

  • 17:34 13 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê bi alîkariya Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Kobanê şanoya bi navê 'Tenêbûn', li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê hat lidarxistin. 
 
Bi pêşengtiya Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê û bi alîkariya Kevana Zêrîn a bajarê Kobanê şanoya bi nave Tenêbûn a li ser şer, pevçûn û zihniyeta baviksalarî ya mêrê serdest a li ser jinan li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê hat pêşkêşkirin. Koma Sarya a bi navê Sarya û Baran, ev herdu dema ku li çiyayê Kurdistanê dijiyan ev şano li dar xistin. Bi sedan şêniyên Kobanê sazî û dezgehên civaka sivîl li şanoyê de amade bûn. 
 
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Koma Sarya ev şano li Heleb, Cizîr û di Mîhrîcana Mîtan a li herêma Şehbayê jî li dar xistin. Tê payîn ku sibehê jî wê Koma Sarya li Kobanê şanoya xwe pêşkêş bike.