Polîs coşa gel a ji bo barîna berfê asteng kir
- 16:12 13 Sibat 2020
- Rojane
RIHA - Welatiyên ku duh êvarê ji bo bi berfê şa bibin daketin kolanê bi astengiya polîsan re rûbirû man.
Tirsa îktîdara tirk a ji kombûna gelan roj bi roj zêde dibe. Mînaka vê ya herî balkêş jî ew e ku li navçeya Hîlwanê ya Rihayê weşatiyên şeva din ji bo bi berfê şa bibin daketin kolanan û li hev kom bûn bi astengiya polîsan re rûbirû man ye. Polîsên ku bi megefonên xwe bang li welatiyên taxê kirin gotin "Belav bibin" û zext li welatiyan kirin.
Dîmenê bûyerê û mijarê û banga polîsan ji aliyê welatiyekî ve hat kêşandin û welatiyan jî li gel banga polîsan şabûna xwe ya bi berfê bi govanda ku gerandin berdewam kirin.