Meşa dirêj a ciwanên Herêma Firatê bê navber didome

  • 15:35 13 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê nêrîn û helwestên xwe ji bo komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye, anîn ziman û gotin: " Ne serma û ne jî dijmin li hember têkoşîna me nabin asteng. Em ê ji bo Rêberê xwe têkoşîn bikin." 
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê, bi tevlîbûna ciwanên bajarê Reqa û Minbicê bi dirûşmeya “Li dijî komploya 15'ê Sibatê serî hilde, şer bike, azad bibe”, bi armanca şermezarkirina komploya navnetweyeyî ya ku  li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, meşeke dirêj li dar xistin. Meş di roja duyemîn de bê navber didome. Ciwanan  duh li gundê Boxazê rawestiya û îro jî ji sibehê de dest bi meşa xwe kirin. Tevî ku berf û sermaya dijwar,  ciwanan têkoşîna xwe li hember komployê didomînin.
 
Çalakvanan  berê xwe dane bajarokê Til Xezalê  û wê li wir şano di derbarê Komploya Navneteweyî de bê pêşkêşkirin. Wê meşa dirêj îro ji bajarokê Til Xezalê bê rawestandin. Wê meş sibehê li gundê Elpelurê bi daxuyaniyekê bi dawî dibe. 
 
Têkildarî vê mijarê Endamên Jinên Ciwan li  Herêma Firatê û bajarê Minbicê nêrîn û bertekên xwe derbarê mesa dirêj ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan  ji  me re parve kirin. 
 
'Em ê bi têkoşîna xwe komployê vala derxin'
 
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya kantona Kobanê Rodîn Bozan teqez kir ku wê li hember Komployê têkoşîn bikin, da ku Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan azad bikin û wiha got: "Îro me Jinên Ciwan, Ciwanên Rêber Apo  dest bi meşa dirêj kir, armanca me ji vê meşê ew e ku em komployê vala derxin. Em ê bi çalakiyên wiha û bi berxwedana rihê Ciwanên şoreşger Rêber Apo ji tariya zindanê derbixin. Her çiqas dijmin şerê taybet li ser Ciwanan bide meşandin jî em ê wî şerî bi vîna xwe dawî lê bînin."
 
'Çalakiyên me berdewam in heta azadiya Rêber Apo'
 
Endama Yekîtiya Jinên Ciwanan ya bajarê Girê Spî Sozdar Mihemed diyar kir ku berdewamiya komplo dagirkirina bajarên me bû û wiha pê de çû: " Tevî sermaya seqem û berfê em meşa xwe didomînin. Lê komplo ne tenê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, li ser tevahî herêmên me dijmin dimeşîne. Em jî weke ciwan her li kolanan û  qadaan bin, da ku em bajarê xwe yên di bin destê dewleta tirk û çeteyên wê rizgar bikin."
 
'Wê tu kes roja me tarî neke'
 
Di dawê de Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Minbicê Zeyneb Xelef jî axivî û anî ziman ku ew ê bi çalakiyên xwe dawî li siyaseta dijmin bînin û wiha bi dawî kir: "Em ciwanên Minbicê tevlî meşa dirêj bûne. Ciwan bi moralekî mezin meşa xwe didomînin. Em ê meşa xwe berdewan bikin heta ku em komploya li ser Rêberê xwe rakin."