'Ya ku Gulîstan winda kir û nahêle bê dîtin zîhniyeta dewleta mêr e'
- 15:03 13 Sibat 2020
- Rojane
ANKARA - Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ku weland diyar kir, AKP-MHP di mijara Gulistan Dokû de hewl dide rewşê berevajî nîşan bide û destnîşan kir ku yê Gulistan winda kir hevkariya mêr-dewletê ye.
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Windakirina Gulistan Dokû nekin amûrek ji bo zexta li ser mûxalefetê. Hesab bidin, Gulistan li ku ye?"
Di berdewamiya daxuyaniya Meclisa jinan a HDP'ê de wiha hat gotin: "Têkildarî Zaînal Abarokov ku hevalê Gulistan bû û bersûcê yekane yê windakirina wê ye, lêpirsîneke têrker nehate meşandin û îfade û delîlên ji bo dîtina Gulistan ji raya giştî hatin veşartin û lêkolîneke bi bandor nehate kirin. Berpirsyar ên ku guhê xwe ji îdîa û delîlan re digirin windakirina Gulistan dixwazin bikin amûrek ji bo zexta li ser mûalefetê."
Meclisê nerazîbûn nîşanî serdegirtina Rêxistina ESP'ê ya Amedê da ku bi vê hincetê hate kirin û ragihand ku desthilatdarî bi vê serdegirtinê hewl dide ser binçavkirin û girtinê binixumîne û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî "Mûxatabê bingehîn hevkariya dewleta mêr e ku Gulistan dan windakirin û di nedîtina wê de israr dikin."