Parêzvana mafên mirovan Hanim Emgîllî jiyana xwe ji dest da

  • 13:28 13 Sibat 2020
  • Rojane
MERSÎN - Ji damezrînerên Şaxa ÎHD'ê ya Mersînê Hanim Emgîllî jiyana xwe ji dest da
 
Ji damezrînerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mersînê Hanim Emgîllî (86) ku demeke dirêj bû, li Nexweşxaneya Bajar a Mersînê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Hanim ya salên dûr û dirêj parastina mafê mirovan kiriye, girêdayî emrê xwe li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê hatiye girtin.
 
Cenazeyê Hanim dê îro li Goristana Akbelen a navçeya Toroslarê bê veşartin.