Turkan Elçî ya çû ser gora Tahîr Elçî: Me bi hev re li berfa ku dibariya mêze kir

  • 13:25 13 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Turkan Elçî, li ser îfadegirtina 3 polisan a piştî 4 salan careke din çû serdana gora Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt parve kir: "Îro serê sibehê têkildarî îfadegirtina 3 polisên bersûc çûm min nêrîn ji Tahîr girt. Elçî got, 'Berfa 4 salan a li ser min bihele dê her tişt derkeve holê'."
 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de piştî 4 salan îfadeya 3 polisên bersûc girt. Serdozger Ahmet Yavûz, diyar kir ku ji niha şûn de dê asta lêpirsînê temam bibe û derbasî asta dozê bibe. Li ser vê yekê hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, çû serdana Gora Tahîr Elçî ya li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê. Turkan Elçî, piştî serdana  gora Tahîr Elçî ya çar aliyê wê bi berf li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir. Turkanê di parvekirina xwe de ev tişt nivîsand: "Îro serê sibehê têkildarî îfadegirtina 3 polisên bersûc çûm nêrîn ji Tahîr girt. Min jê re got, 'Tu bawer dikî'. Destpêkê bêdeng ma. Paşê got, 'Berfa 4 salan a li ser min bihele dê her tişt derkeve holê'. Me bi hev re li berfa ku dibariya mêze kir."