Li herêmên operasyon didomin bi ser malan de hat girtin
- 12:11 13 Sibat 2020
- Rojane
AMED - Di operasyona li çoltera navbera Amed û Êlihê de eskeran bi ser malên zivistanê nayên bikaranîn de girt û zexîre desteser kir. Hat zanîn ku şikeftên li herêmê jî hatine rûxandine.
Li çoltera navbera Amed û Êlihê roja 10’ê sibatê bi beşdariya 440 leşkeran, polîs û cerdevanan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Tevî barîna berfê jî li herêmê operasyon didome. Li gel operasyona bejahiyê, operasyona hewayî jî tê kirin. Hat zanîn leşkeran bi ser gund û mezrayan de girtiye û avêtine ser malan.
Leşkeran di malên zivistanê nayê bikaranîn de zexîreyên welatiyan desteserkirin. Her wiha hat ragihandin leşkeran çifte û fişekên wan û albûmên wêneyan jî desteser kirin.
Hat diyarkirin ku leşker şikeftên li herêmê bombe dikin û gule lê direşînin. Di encama bombebarankirinê de şikeft hatin rûxandin.