Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 12:10 13 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlhiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di 2'ê gulan, 22'ê gulan, 12'ê hezîran, 18'ê hezîran û 7'ê tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê pê re hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7'ê tebaxa 2019'an heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersîv hatin hiştin.