Ji sedî 65 kes li malên xwe bi kurmancî diaxifin

  • 11:41 11 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk li ser rêjeya axaftina bi zimanê kurdî a li Tirkiyeyê anketek çêkiri. 5 hezar û 60 kes tevlî anketê bûn. Li gorî anketê temen çiqas mezin be rêjeya axaftina bi kurdî zêdetir dibe. 
 
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk li 16 bajarên Kurdan û li 49 navçeyan, li ser axaftina bi kurdî li Tirkiyeyê anketek amadekir. 5 hezar û 60 kesan re anket hat çêkirin.  Li gorî encamên anketê li bajarên kurdan ji sedî 65'ê li malên xwe bi kurmancî, ji sedî 26 bi tirkî, sedî 4 erebî, ji sedî 3 zazakî diaxivin. Ji sedî 57 li derve bi kurmancî, ji sedî 38 bi tirkî, ji sedî 2,4 bi erebî, ji sedî 2 jî bi zazakî diaxivin. 
 
Li gorî lêkolîna ku hatî çêkirin ji sedî 69 jin û ji sedî 70 mêr li malên xwe bi kurdî diaxfin. Her wiha ji sedî 59.2 jin û ji sedî 59.4 mêr jî li derve bi kurdî diaxifin. 
Her wiha bandora perwerdê jî li ser axaftina bi kurdî bandor dike. Kesên ku ne çûne dibistanê ji sedî 73 wan bi kurdî diaxifin û ji sedî 19 wê jî bi tirkî diaxifin. Her wiha kesên ku zanîngeh qedandibinjî ji sedî 54 kes bi kurdî ji sedî 36 bi tirkî diaxifin. Li gorî lêkolîna ku hatî kirin kesên ku ji gund dayikbûyî ji sedî 60 û kesên ku li bajêr hatine dinê jî ji sedî 50 bi kurdî diaxifin. 
 
Lêkolîn destnîşan dike ku temen çiqas mezin dibe, rêjeya axaftina bi kurdî zêdetir dibe. Ciwanên ku temenê wan di nav 18 û 24 salî de ne, ji sedî 64 bi kurdî, kesên ku temenê wan ji 65 mezintir e ji sedî 68'ê wan bi kurdî diaxivin. (Dengeamerîka)