'Abdullah Ocalan û paradîgma wî mohra xwe li konferansa li PE’ê pêk hat xist'

  • 09:20 11 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li PE’ê 16’emîn konferansa Kurd a Navneteweyî pêk hat. Akademîsyen Nazan Ustundag diyar kir ku divê Yekitiya Ewropayê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ber çavan derbas bike û got di konferansê de navê Abdullah Ocalan pir derbas bûye û paradîgma Konfederalîzma Demokratîk hatiye nîqaşkirin.
 
Bi pêşengiya Komîsyona Welatî ya Tirkiyeyê (EUTCC) ya Yekitiya Ewropayê (YE) ji 2004’an heta niha li Parlamentoya Ewropayê (PE) Konferansa Kurd a Navneteweyî pêk tê. Îsal jî 16’emîn konferan di navbera 5 û 6’ê sibatê de pêk hat. Konferans li bajarê Bruksel a Belçîkayê pêk hat. Sernavê konferansê îsal ‘Yekitiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd bûn’. Komên Çep yên PE’ê û Çepa Bakurê Keskan (GUE-NGL), Keskan, Tifaqa Azadiya Eworopayê (Greens/EFA) û Koma Demokrat û Sosyalîst piştgirî dan konferansê. Akademîsyen Nazan Ustundag ku tevlî konfesansê bibû pirsên me bersivand.
 
*Hûn jî tevlî konferansê bûn. Konferansa li Parlamentoya Ewropayê pêk hat, ji bo Kurdan çi îfade dike?
 
Konferans gelek girîng e. Ev konferans 16 sal in pêk tê. Ev di alî kurdan de gelek girîng bû. Di alî ku Yekitiya Ewropayê (YE) têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re li ber çavan derbas bike û Parlamento di vê mijarê de siyaseta xwe diyar bike de gelek girîng bû. Îradeya Kurd li PE’ê temsîlkirin û Kurd xwe bixwe temsîl bike de gelek girîng bû Di vî alî de dagirkirina Tirkiyeyê li ser maseyê hat nîqaşkirin.
 
Mijarek din jî mijara jinan bû. Mijara jinan derket pêş. Dayika Hevrîn Xelek tevlî konferansê bû û axivî. Gelek jinên din wek axaftinker tevlî konferansê bûn. Sûcên şer yên dewleta Tirk yên li Rojava hatin nîqakirin. Êrîşên AKP’ê yên li dijî destkeftiyên jinan hatin nîqaşkirin.
 
*Di konferansa 16’emîn de di kîjan astê de pêşketin hebûn?
 
16 sale ev konferans pêk tê û di vê koneransê de jî biryarên hatin girtin, gotinên hatin gotin, di rojên pêş de wê bandora wê derkeve holê. Kesên tevlî konferansê bibûn jî diyar kirin ku YE di mijara pêkanînê de girane û bê daxwaz e. Di rojên ewil yên dagirkirinê de deng ji Ewropayê derdiket. Mînak di ambargoya çekan de. Lê mixabin ev yek jî veneguherî pêkanînekek rast. Di konferansê de ev hat nîqaşkirin.
 
Hûn biryara Belçîkayê ya der barê ‘PKK ne rêxistinek terorê, rêxistineke derveyê dewletê ye’ dizanin. Ev biryar çû temyîzê û piştre çû dadgeha jor. Niha biryar teqez bûye. Li ser vê mijarê bi awayekî cidî hat sekinandin. Ev biryar bi pêşendanekê hat rojevê. Piştre gelek kesî li ser vê nîqaş kir.
 
Biryar tê dayîn ku ‘PKK rêxistinek derveyê dewletê ye’. Encamên vê biryarê niha bi Belçîkayê sînor in. Lê dozên li Elmanya û Fransayê didomin hene. Encamên van dozan tê payîn. Qezencek wisa çêdibe; Li Belçîkayê hemû faliyet, azadiya fikr û ramanê serbest e.
 
*HÛn berê jî tevlî vê konferansê bibûn gelo? Ger hûn tevlî bibûn, çavdêriyên we yên der barê yên berê û niha de çi ye?
 
Ez 15 sal berê tevlî bibû. Cara duyem tevlî bûm. 15 sal berê bêguman pêvajoyek cuda bû. Em ji salên 1990’î derketibûn. Wê demê piranî behsa sûcên şer yên di salên 90’î de li hember Kurdan hatiye kirin dihat kirin. Koçberî, kuştinên kiryar nediyar, kontragerîla, cerdevan, JÎTEM, Hîzbullah dihatin axaftin. Zirarê dabûn gelê Kurd diaxivîn. Gelê Kurd wek qurbanên Tirkiyeyê dihatin dîtin. Bêguman Ewropayê jî digot tu para wan di vê de tune. Ev konferansê ku hem Tirkiyeyê hem jî Kurdan bînin rê bûn. Yanî tişta hêjayî Kurdan dihat dîtin kêmarî bû. Di konferansa duyem de kêmariya Kurdan hat qebûl kirin û hinek maf bidestxistin. Bêguman gelek îtîraz jî hatin kirin. Ji ber ku bendewariya Kurdan ne ev bû.
 
Lê niha 15 sal der bas bûye. Em dibînin ku gelek tişt hatiye guherîn. Piştî 15 salan tişta pozîtîf ya di koneransê de guheriye, îradeya tevgera Kurd dihat temsîlkirin. Hema hemû hemû kesên ji Ewropayê tevlî bibûn û hiqûqnasan Rojava nas kiribûn. Ji fikra Konfederalîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk agahdar bûn. Di serê wan de pirsnîşana ku wê ev li Rojhilata Navîn çareseriyê bîne, ava bibû.
 
* Ji rayedarên hikûmeta Tirk bo konferansê bertek hatin nîşandan. Li gorî we vê konferansê çima nerehetî ava kir?
 
Ji rayedaran bertek hat. Lê ji bo her mijara hevkarbûna Kurdan, demokrat û demokratên Tirkiye û Ewrpayê, ji Tirkiyeyê bertek tên. Em bi hikûmeteke wisa re rû bi rû ne. Ji ber vê em van bertekan normal dibînin. Berteka herî mezin a Tirkiyeyê bêguman biryara li Belçîkayê hatiye girtinê ye. Biryara li wir hatiye girtin ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû cîhanê girîng e. Em vê carek din bînin ziman paradîgma pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê îflas kiribû. Li şûna vê her tim şer heye. Bi ser vê de çûyîn jî bêguman Tirkiye nerehet kir.
 
*Gelek biryar hatin girtin. Bang hatin kirin. Hûn der barê vê de çi dibêjin?
 
Encamnameya kongreyê heye. Encamname ji bangên ji bo YE û NY’ê tên kirin pêk tê. Lê di vir de pêkanîneke ne mijara gotinê ye. Di vê konferansê de navê Abdullah Ocalan pir hat ziman. Ji ber ku damezrînerê fikra Konfederalîzma Demokratîk e. Piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê ya li Tiriyeyê şûnde, bandor tecrîdê pir cidî tê dîtin. Rolê di komploya 15’ê Sibatê de êdî deşîfre bûne. Di konferansê de pir zêde behsa Abdullah Ocalan hat kirin. Banga berdana Abdullah Ocalan gelek girîng bû.