'Walîtiyê ji gundiyan re gotiye alîkariyan qebûl nekin'

  • 09:18 11 Sibat 2020
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevşaredara Erganiyê Meryem Yildiz der barê alîkariya ku şandibûn Elezîzê û şûnde hatibû vegerandin de axivî û got: “Der barê vê de agahdarkirineke fermî ji bo me nehat kirin. Walîtiyê talîmat daye gundiyan û gotiye alîkariyan qebûl nekin.”
 
Li Elezîzê di 24’ê çile de erdhêjeke bi hêza 6.8 pêk hat û 41 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê ji her derê alîkarî ji bo bajaran hat kirin, lê alîkariya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şand jî di têketina bajar de yan hatin vegerandin yan jî hatin desteserkirin. Şaredariyên Qers, Erganî û Pazarcixê û alîkariyên li navçeya Bodrum a Muglayê hatibûn komkirin bi hinceta rêveberên HDP’ê kom kirine nexistin bajar. Hevşaredara Erganiyê Meryem Yildiz, da zanîn ku tu hincet ji wan re nehatiye ragîhandin û tenê em dizanin ku talîmata walîtiyê çûye ji gundiyan re û gotiye qebûl nekin.
 
‘Gel mexdûr e’
 
Meryemê bi lêv kir ku piştî Erdhêjê hewcedarî diyar kirine û hema ketine hewldanê û got: “Me hema her tişt kom kir li kamyonan bar kir. Em derketin rê. Di karasetên xwezayî de prosedûr diyar in. Şaredarî beyî serî li cihekî bidin dikarin alîkariyên xwe bikin. Di sînorê Elezîzê de riya me birîn. Hincet negotin û 3-4 saetan dan sekinandin. Gel li wir mexdûr bibû lê wan gotin teqez hûn nikarin biçin.”
 
‘Ji Walîtiyê talîmata ‘negirtin’ hatiye şandin’
 
Meryemê got li gundekî geriyane û gundiyan ji wan re gotiye ‘Em mexdûrin, hewcedarî heye lê walîtiyê talîmat daye me, em nikarin qebû bikin’. Meryemê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Ev talîmatek çawaye gelo. Mantiqa mirovan nagire. Me ji polîsan re got ku hincetê bêjin. Gotin ‘dibe ku ev xurek zirarê bidin tenduristiya gel’. Gel ji xwe mexdûr bûye, em çawa xurekê zirarê didin tenduristiya gel bişînin. Nehiştin em bikevin Elezîzê. Polîsan gotin em dixwazin bi we re bên. Me jî got em dikarin biçin. Qebûl nekirin. Heta Erganiyê bi me re hatin. Seranserê rê nasnameyê me girtin. Me alîkarî beşek da AFAD’ê. Beşek jî niha di depoyê de dipê.”