‘Tecrîd berdewama komploya 15’ê Sibatê ye’

  • 09:14 11 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay diyar kir ku tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewama komployê ye û got sedema mirinan jî tecrîd e.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Ebru Gunay da zanîn ku 15’ê Sibatê ku dîroka ku Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî anîne Tirkiyeyê ye û got tecrîd bi komployê re roj bi roj kûr dibe.
 
Ebruyê daxuyakirin ku dema rewşa siyasî ya heyî bê nirxandin divê li pergala Îmraliyê ya 21 salan bê mêzekirin û bi 15’ê Sibatê re tecrîda hatiye destpêkirin roj bi roj giran bûye. Ebruyê ev tişt anî ziman: “Armanca derxistina Birêz Ocalan a ji Rojhilata Navîn hebû. Armanc ev ku pisgirêka Kurd bê çareserî bihêlin, Abdullah Ocalan ji Rojhilata Navîn derxin û gel ji nêrînên wî bêpar bê histin. Tecrîd hîna jî li ser van esasan didome.”
 
‘Tecrîd li ser hemû civakê pêk tê’
 
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber di polîtîka neçareseriyê de israr dikin tecrîd didome û AKP bi tecrîdê re ji hawira şer a diafirîne xwedî dibe. Ebruyê ev tişt vegot: “AKP ji bo beka xwe di polîtîkayên şer de israr dike. Ji ber vê jî ji şer xwedî dibe. Ji ber vê polîtîkayên tecrîdê pêk tîne. Pergaleke tecrîdê ya roj bi roj giran dibe heye. Ev bandor li ser hemû jiyana me dike. Tecrîd li hemû civakê tê kirin.
 
‘Dixwazin pêşî li aştiyê bigirin’
 
Ebruyê destnîşan kir ku bi tecrîdê dixwazin pêşî lê bigirin ku felsefeya Ocalan negihêje gel û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Me bi taybet piştî sala 2015’an ev ji kûrahî hîs kir. Qedexeyên derketina derve, pevçûnên hatin jiyîn û mirinên zêde bûn nîşan da ku tecrîd ji giravê derketiye û li bajaran belav bûye. Ligel vê polîtîkayên şer berdewam kirin. Hewl hat dayîn ku pêşî li aştiyê bê girtin. Siyaseta hundir û derve ya welat di alî şer de pêş ket. AKP bi salane ji bilî şer tu tişt ji gel re venegot.”