‘Şîdeta li ser jinê hatiye asteke dijwar’

  • 09:11 11 Sibat 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Jinan bertek nîşanê qetilkirina Şeyma Yildiz ya ku ji aliyê bavê wê Harun Yildiz ve li Enqereyê hat qetilkirin da. Jinan wiha gotin: “Em bi tesadufî dijîn. Em jî wek Cerenê dikarin bên kuştin, wek Gulistanê ji aliyê hezkiriyê wê ve dikarin bên qetilkirin. Di her bûyerê de divê em xwe bikin şûna wan jinan û hêrsa xwe mezin bikin.”
 
Şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe. Jinên tên qetilkirin jî ji aliyê mêrên nêzî wan ve tên qetilkirin. Di 6’ê sibatê de Harun Yildiz, keça xwe ya 17 salî ku xwendekara lîseyê bû, Şeyma Yildiz qetil kir. Jinan bertek nîşanê bûyerê dan û nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Pêvajoyeke ku paşverûtî bilind bûye heye’
 
Pelîn Çîçek bi lêv kir ku li Tirkiyeyê demek dirêj e şîdeta li ser jin û zarokan zêde bûye û li seranserê cîhanê şîdet zêde bûye. Pelînê anî ziman ku paşverûtî, xizanî û krîza aborî ya li welat şîdet jî zêde kiriye û wiha got: “Yek ji polîtîkayên ku hikûmet li gelan pêk tîne paşverûtiye. Ligel vê bûyerên şîdet û tacîza li hember jinan zêde bûye. Li Tirkiyeyê jî bi desthilatdariya AKP’ê re polîtîkayên paşverû zêde bûne. Em vê hem di perwerde, hem jî ci divakî de dibînin. Li Enqereyê zarokek keç ji aliyê bavê wê ve tê qetilkirin û em vê paşverûtiyê di bûyerê de bi awayekî aşkera dibînin.”
 
‘Divê em zêdetir têbikoşin’
 
Pelînê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bavek ji bo ku hevalê mêr yê keça wê heye, mafê kuştinê bixwe re dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavek xwedî zîhniyeteke çawaye ku vê hovîtiyê li zaroka xwe dike. Divê em vê lêpirsîn bikin. Em êdî di vê rewşê de dijîn. Em bi tesadufî dijîn. Em jî wek Cerenê dikarin bên kuştin, wek Gulistanê ji aliyê hezkiriyê wê ve dikarin bên qetilkirin. Di her bûyerê de divê em xwe bikin şûna wan jinan û hêrsa xwe mezin bikin.”
 
‘Em ne ligel hev in’
 
Seriye Înan jî diyar kir ku eleqeya şîdetê bi temen, statu û perwerdê tune û di her alî civakê de jin rastî şîdetê tên û ev tişt daxuyand: “Em nizanin têbikoşin. Em ligel hev cih nagirin. Dema min nûçeya Şeymayê dît kezeba min şewitî. Ji ber hevalê mêr a keça wê heye, bi ‘bênamûsiyê’ li keça xwe dinêre. Ev bav bi rastî kujer e, divê kesên di vê zîhniyetê de di civakê de tunebin. Rewşa jinan bi rastî jî zehmet e. Hele ku tiştên ku ev desthilatdarî li me ferz dike. Ez lanet dikim.”
 
‘Wek dayikekê ez ji vê re dibêjim ev hovîtiye’
 
Zeynep Duzgunoglu jî bertek nîşanê rewşê da û wiha dawî lê anî: “Ez her tim dibêjim, dijmin ne li derve ye, li pişt serê me ye. Şîdeta herî mezin ya ji bav, ya ji bira yan jî ji hezkirî tê. Ez bi hezkirinê bawer nakim. Mirov ji zarokên we hez dikin û tu car zirarê nadinê. Lê mêrê ku jê re dibêjin bav, keça xwe ji ber hevalê wê yê mêr heye qetil dike. Ez wek dayikekê ji vê re dibêjim ev hovîtiye. Ev divê neyê efûkirin.”