ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 11 Sibat 2020
  • Rojev
*Zerîfa Suleyman a ji Kobanê ye behsa hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Tevî ku 23 sal li ser hevdîtina min bi Rêber Apo re derbas bû, min gotinên wî ji bîr nekiriye û têkoşîna xwe ya jiyanê, da meşandin."DÎMEN HEYE
 
*Jinên Muş û Erzeromê diyar kirin ku şikandina tecrîdê bi yêkitiya Gelê Kurd pêkane û gotin ku dem dema yêkitiyê ye. BI DÎMEN 
 
*Li navçeya Bismil a Amedê di 3’yê mijdara 2019’an de mêrê bi navê Hasîp A. hevjîna xwe Muteber A. qetil kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianame amade kir û ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Yekemîn rûniştin wê di 8’ê nîsanê de bê dîtin.
 
*Jinan bertek nîşanê qetilkirina Şeyma Yildiz ya ku ji aliyê bavê wê Harun Yildiz ve li Enqereyê hat qetilkirin da. Jinan wiha gotin: “Em bi tesadufî dijîn. Em jî wek Cerenê dikarin bên kuştin, wek Gulistanê ji aliyê hezkiriyê wê ve dikarin bên qetilkirin. Di her bûyerê de divê em xwe bikin şûna wan jinan û hêrsa xwe mezin bikin.” DÎMEN HEYE 
 
*Zahîde Aslan catiriyê li çiya kom dike, nane û bexdenûsa ji li baxçeya xwe diçine. Zahîde piştî komkirine tîne û li bazarê difroşe, pê debara mala xwe dike. Zahîde diyar kir ku ew bi vî awayî li dijî krîzê têdikoşe. DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê Ebru Gunay diyar kir ku tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewama komployê ye û got sedema mirinan jî tecrîd e. DÎMEN HEYE 
 
*Meşa aştiyê ya Dayikên Aştiyê ku ji 1999’an heta niha destpê kiriye û didome. Dayikên Aştiyê wiha gotin: “Li Tirkiyeyê ji ber daxwazkirina aştiyê bedelên giran tên dayîn. Em bawer dikin ku wê piştî me jî kesên têkoşîna aştiyê bidin hebin. Lê em dixwazin ku hîna em dijîn aştiyê bibînin.” DÎMEN HEYE 
 
*Hevşaredara Erganiyê Meryem Yildiz der barê alîkariya ku şandibûn Elezîzê û şûnde hatibû vegerandin de axivî û got: “Der barê vê de agahdarkirineke fermî ji bo me nehat kirin. Walîtiyê talîmat daye gundiyan û gotiye alîkariyan qebûl nekin.” DÎMEN HEYE 
 
*Li PE’ê 16’emîn konferansa Kurd a Navneteweyî pêk hat. Akademîsyen Nazan Ustundag diyar kir ku divê Yekitiya Ewropayê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ber çavan derbas bike û got di konferansê de navê Abdullah Ocalan pir derbas bûye û paradîgma Konfederalîzma Demokratîk hatiye nîqaşkirin. DÎMEN HEYE