Çalakiya hefteya çandî bi semînera çîrok û kurteçîrokan bi dawî bû
- 16:57 10 Sibat 2020
- Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê ku bi navê "Çand û civak" li Kobanê dest bi çalakiya hefteya çandî kiribû îro bi semînerekê bi dawî kir.
Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê hemleya bi navê "Çand û civak" bi armanca pisgirêkên di nava civak û saziyan de bên çareserkirin, di 4'ê Sibatê de li Navenda Rewşenbîran dest bi çalakiya hefteya çandî kirin. Hemû çalakî bi rengê semîneran hatin lidarxistin û beşdarvanan jî bi riya nîqaş û goftoguyan semîner dewlemend dikirin. Mijarên hefteya çandî wiha bûn "Rêveberî, Rewşenbîrî û rola xwe di nava civakê de, dîroka di nava herdu çeman de, Ragihandin û bandora wê di civakê de, guherîna civakî, meteryal û rêbazên dersdayînê, çîrok û kurteçîrokan". Îro jî hefteya çandî bi mijara çîrok û kurteçîrokan bi dawî bû.