Li dijî komploya navneteweyî civîn ji şêniyên Kobanê re hat lidarxistin

  • 16:51 10 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ji şêniyên gundê Minasê re civîn li dar xist.
 
Rêxistina Kongra Star a herêma Firatê di 4’ê Sibatê bi armanca şermezarkirina  komploya navneteweyî ya di kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd tê meşandin, rêzeçalakî li Kantona Kobanê li dar xist. Di çarçoveya rêzeçalakiyê de, îro jî Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Kobanê li mizgefta gundê Minasê yê Rojavayê Kobanê dikeve civîn li dar xist. Di civînê de bi dehan şêniyên gund amade bûn.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê civîn ji aliyê hevseroka desteya tendirustî ya Kantona Kobanê Hedle Hesen û Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî ve hat birêvebirin.
 
Komploya navneteweyî ya di kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd tê meşandin, armanca komployê, êrîşên li ser  herêmên Bakurê Sûriyeyê ya ji aliyê dewleta tirk ve, metirsiya dewleta tirk ji pirojeya netewa demokratîk re û rewşa siyasî ya herêm tê de derbas dibe, di civînê de hatin bibîrxistin.
 
Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di heman demê de li taxa Ş. Xebat, Ş. Yehan û li navçeya Çelebiyê yên Kobanê di heman mijarê de civîn ji gel re hatin lidarxistin.