Navenda Kongreya Star û Mala Jinê li Waşokanî hat vekirin

  • 15:28 10 Sibat 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca birêxistinkirina jinan û çareseriya pirsgirêkan, Kongreya Star û Mala Jinê navenda xwe li kampa Waşokanî bi daxuyaniyekê vekirin.
 
Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de bi hezaran kes koçber bûn. Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina sivîlan kampa Waşokanî di 21’ê cotmehê de vekir. Îro bi armanca birêxistinkirina jinan û çareserkirina pirsgirêkan Kongreya Star û Mala Jinê navenda xwe li kampa Waşokanî bi daxuyaniyekê vekirin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Serêkaniyê Selwa Ehmed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta tirk a dagirker di 9’ê cotmehê de bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir, di encamê de bi hezaran sivîl koçber bûn. Êrîşên ku hatin kirin bi armanca guhertina demografiya herêmê û binxistina pergela netewa demokratîk ya ku gel hilbijartiye, hatin kirin.
 
Di van êrîşan de dewleta tirk a dagirker senaryoya çeteyên DAIŞ’ê dubara kir û jin kir hedef. Di hedefgirtina jinan de xwest derbeyek li rêxistin û hêza jinan bixe. Em wekî Kongreya Star navenda xwe li kampa Waşokanî vedikin da ku em jinan bi rêxistin bikin û perwerde bikin. Em rê nadin dijmin ku roja me tarî bike. Em ê bi gelê Waşokanî re li ber xwe bidin û kiryarên dijmin têk bibin.
 
Em bang li rêxistin û saziyên mafê mirovan dikin ku bi erka xwe ya wicdanî rabin û dewleta tirk ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxe ji ber ku di van êrîşan de mafê mirovan binpê dike."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
 
Paşê deriyê navendê ji aliyê Xelat Ibrahîm, xwîşka Şeşîd Abid Xelîl yekemîn şehîdê Serêkaniyê ve hat vekirin.