Yekîtiya Rewşenbîran derbarê komploya navneteweyî de daxuyanî da

  • 13:16 10 Sibat 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi boneya salvegera 15’ Sibatê roja komploya navneteweyî  ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Şehbayê, daxuyanî dan.
 
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatiye meşandin, Yekîtiya Rewşenbîrên  Herêma Şehbayê daxuyanî da. Daxuyanî li kampa Serdemê bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehên civakî, hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran Osman Ehmed ve, hat xwendin.   
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Aloziya Rojhilata Navîn her ku diçe giran dibe. Kûrkirina alozîyên heyî hemû pilanên dagirkeriyê ne. Aloziyên ku tên jiyîn çareser nabin. Her roj hevpeymanên nû tên pêşxistin. Rastiyeke heye, hemû pilan li ser Kurdan tên meşandin û heya roja îro jî di şexsê Rêbertî de didomin. Di şexsê Rêber Apo de xwestin tevgera azadiyê tune bikin û bangên azadiyê bifetisînin. 
 
Weke rewşenbîrên Efrînê banga me ji hemû gelên azadîxwaz re heye ku daxwaza xwe bikin yek û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên"Bê Serok jiyan nabe, "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.