Li Westanê koçberên bi xeterê re rûbirû man hatin rizgarkirin

  • 10:21 10 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Li navçeya Westanê 30 koçberên ku xwestin wan bi tekneyê bibin bedlîsê bi qerisînê re rûbirû man. Koberên ku bi qerisînê re rûbirû man hatin rizgarkirin.  
 
Li Wanê li kêleka golê 30 penberê ku li ber qerisînê bûn hatin dîtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, penbaerên ku xwestin ji Wanê bibin Bedlîsê, li bejahiya navçeya Westanê li kêleka golê hatin danîn. Penaberên ku bi qerisînê re rûbirû man li ser agahdarkirina welatiyan kesên peywirdar hatin rigarkirin.  
 
Duh dîsa li Wanê 13 kesên ku ji sînorê Îranê derbas bûn ji wan 3 ji Kobanê, 10 jî ji Afganistanê qerisîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.