Piştî Ozgecan Aslan 5 sal: Yekane tişta mezin bû têkoşîna jinê bû

  • 09:10 10 Sibat 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
MERSÎN - Ozgecan Aslan a hatibû qetilkirin û bû sembola jinan, di ser qetilkirina wê de 5 sal derbas bû. Endamên Platforma Jinan a Mersînê diyar kirin ku ji wê rojê heta niha yekane tişta mezin bûye têkoşîna jinan e û hat gotin ku desthilatdarî di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan de tenê li ser ceza sekiniye û tedbîr negirtiye. Her wiha diyar kirin ku jinan li dijî şîdetê ‘parastina rewa’ kirine.
 
Di 11’ê Sibata 2015’an de li navçeya Tarsus a Mersînê Ozgecan Aslan, ji aliyê Ahmet Suphî Altindoken ve hatibû qetilkirin. Gumanbar, bavê gumanbar Necmettîn Altindoken û hevalên wî Fatîh Gokçe piştre îşkence li cenaza Ozgecanê kirin û şewitandin. Piştî gumanbar hatin binçavkirin, cihê ku cenaze lê çalkiribûn gotin û wisa derket holê. Bi mîlyonan jin daketin kolanê û bertek nîşan dabûn. Di ber bûyerê de 5 sal derbas bû. Jinan serhildana xwe mezin kirin û têkoşîna xwe meşandin.
Endamên Platforma Jinan a Mersînê, geşedanên piştî qetilkirina Ozgecanê nirxandin û gotin şîdet hîna jî didome.
 
‘Yekane tişta mezin bûye têkoşîna jinê ye’
 
Ji Tora Parastina Jinê Çîgdem Serîn, da zanîn ku pêkanînên desthilatdariyê şîdet zêde kiriye û got: “Ji wê rojê heta niha yekane tişta mezin bûye têkoşîna jina bû. Di qetilkirina Ozgecanê de hêrsa jinan a li dijî şîdeta mêr veguherî serhildanê. Serhildanê ji Tarsusê dest pê kir û li hemû bajaran belav bû. ket rojeva desthilatdariyê. Desthilatdariyê di pêvajoya dozê de ji bo naveroka destkeftiyên tevgera jinan vala bike her tişt kir. KADEM jî girt pişt xwe û daxwaza edeletê dan ser xwe. Lê ji bo wan edelet tenê bi ceza sînor bû. Der barê pêşîgirtina şîdetê de tu polîtîka û wekhevî neket rojevê. Lis er ceza sekinînin. Ceza rêbaza herî dawî ye. Beriya wê mijarên wekê wekhevî, pêşîgirtina şîdetê, qanûna 6284 û Peymana Stenbolê heye.”
 
‘Me li dijî biryarên darazê berxwe da’
 
Çîgdemê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “2 sal piştî encambûna dozê, Dadgeriyê doza Ozgecan Aslan xera kir. Doz bi du alî ji aliyê dadgeriyê ve hat xerakirin. Rêxistinên jinan daxwaz kirin ku dadgehên herêmî li dijî vê biryarê têbikoşin. Divê berxwe bidana, ji ber ku Fatîh Gokçe ji bo hemû delîlan tune bike, bedena jinekê şewitandibû tune kiribû. Ger dadgeha herêmî li dijî vê berxwe nedaba, wê cezayê van sûcan nehatiba zêdekirin û mafê jinan bihata xespkirin. Ji wê rojê şûnde ji bo cînayetên jinan cezayên muebetê hatin dayîn lê kuştinên jinan jî zêde bûn. Tahrîka bêmaf û daxistina ji rewşa baş ji kujeran re dibe xelat. Pêşî li kuştinên jinan vedike. Ji wê rojê şûnde ji bo qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê pê bê tu pêşketin çênebû.”
 
‘Ozgecan di têkoşîna jinê de li cihekî girîng cih digire’
 
Rêvebera ÎHD’a Mersînê Şerîfe Kiliç daxuyakirin ku li dijî binpêkirinên mafan yên li hemberî jinan bi Plaforma Jinan Mersînê re tevdigerin û got wê şopdarê doza Ozgecanê bin û got: “Ozgecan bû sîmgeya hemû jinên şîdetê dibînin û tên qetilkirinê. Em daxwaz dikin ku di cînayetên jinand e qanûn pêk bên û kujer cezayên herî giran bigirin. Dewlet peywira xwe nake û bi taybet jî hewl dide serê kuştinên jinan bigirin û jinan sûcdar dikin. Em jin wê heta dî şopdarê vê bin.”
 
‘Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin tu pêngav nehatin avêtin’
 
Endama HDP’ê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê Bedriye Kuş jî balkişand ser bûyerê û got: “5 sal derbas bû. Lê di vê pêvajoyê de li dijî cînayetan tu tedbîr nehat girtin. Doza gelek jinên hatine qetilkirin didome. Çareseriyek pêk nayê. Divê cezayên giran bên dayîn. Gelek jin rastî şîdetê tên. Divê em parastina cewherî pêş bixînin û li dijî şîdetê dengê xwe bilind bikin.”