'Li dijî êrîşên dewleta tirk, wekheviya gelan zêde dibe'

  • 09:04 10 Sibat 2020
  • Rojane
Hesna Muhamad
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê êrîşên dewleta tirk li ser Kantona Şehba û navçeya Şêrewa ya Efrînê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk çiqas êrîşî me bike jî hêrsa me li dijî dagirkeriya wê zêdetir dibe û wekheviyan gelan zêdetir derdikeve pêş."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê piştî Efrîn dagir kirin gelên Efrînê koçber bûn û li Şehbayê bi cih bûn. Niha jî dewleta tirk her roj bi topebaranan gefên xwe dewam dike. Derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser Şehbayê jinên Efrînê helwesta xwe diyar kirin.
 
'Êrîşên dewleta tirk li hember berxwedana me nabe asteng'
 
Elîf Omer êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê şermezar kirin û wiha got: "Dewleta tirk li Efrînê mal û milkên me talan kir û em koçber bûn, niha jî her roj êrîşî Şehba û gundewarên wê dike û komkujiyan pêk tîne. Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê li hember berxwedaniya me nabin asteng. Em ji bo rûmet û parastina xwe ji Efrînê derketin, heta em vegerin Efrînê em ê li Şehbayê berxwedana xwe bidomînin."
 
'Li dijî êrîşên dewleta tirk, wekheviya gelan zêde dibe'
 
Emîne Mihemet jî helwesta xwe wiha anî ziman: "Dewleta tirk a dagirker her roj Şehbayê topebaran dike. Dewleta tirk di baweriya ku em ji êrîşên wê ditirsin de ye. Lê em dev ji Şehbayê berdin,  çiqas êrîşî me dike hêrsa me li dijî dagirkeriya wê zêdetir dibe û wekheviya gelan zêdetir derdikeve pêş. Dewleta tirk a dagirker her roj Şehbayê topebaran dike û bi dehan zarokên bê suc qetîl dike. Em dev ji Şehbayê bernadin heta ku Efrîn rizgar bibe." 
 
'Em dewleta tirk li ser axa xwe qebûl nakin'
 
Zeyneb Hemo jî êrîşên dewleta tirk şermezar kirub û wiha got: "Dewleta tirk bê ser û ber êrîşî Şehbayê dike û zarokên me qetîl dike. Em êrîşên dewleta tirk û bêdengiya dewletan bi tundî şermezar dikin. Em dewleta tirk li ser axa xwe qebûl nakin û heta em Efrîn rizgar bikin dev ji Şehbayê bernadin."