ROJEVA 10'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 10 Sibat 2020
  • Rojev
Dayika kurd Emetulah Guzel ku di têkoşîna gelê kurd de roleke girîng lîstiye, wê bi serhildan û gotina xwe ya, “Ez di 93’an de ji xew şiyar bûm û tevlî berxwedanê bûm. Heta ku rih di bedena min de hebe ez ê vê têkoşînê bidim berdewamkirin.” di dilê Gelê Kurd de bêmirin be. BI DÎMEN
 
*Rêveber û Endamên Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Kongreya Star li ser girîngiya perwerdeyê axivîn û got: "Ji bo ku em karê xwe hîn berfirehtir bikin me dest bi perwerdeya birdozî û kooperatîfê kir." BI DÎMEN
 
*Jinên Efrînê êrîşên dewleta tirk li ser Kantona Şehba û navçeya Şêrewa ya Efrînê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk çiqas êrîşî me bike jî hêrsa me li dijî dagirkeriya wê zêdetir dibe û wekheviyan gelan zêdetir derdikeve pêş." BI DÎMEN
 
*Jinan bertekên xwe yên li dijî sererastkirina ‘Di îstîsmara zarokan de bi riya zewacê efû’ û zêdebûna şîdeta li ser jinan, nîşan dan û gotin: “Ev sererastkirinên wisa şîdet û îstîsmarê zêde dikin. Li dijî vê hêza têbikoşe jî jin in.”BI DÎMEN
 
*Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, diyar kir ku AKP’ê di desthilatdariya 18 salî de 2 trîlyon û 150 mîlyon bac kom kiriye û piraniya vê çûye ji alîgirên wê re û got: “Bac, baş bihatana bikaranîn wê bedela erdhêjê wisa giran nebûna. Ne erdhêj, pergala AKP’ê û nelêrêtî dikuje.BI DÎMEN
 
*Welatiyên Stenbolê ku li dijî krîzê têkoşîna jiyanê didin, diyar kirin ku fatureya krîzê li wan tê barkirin û gotin: “Hikûmet bi kevçî dide bi heskê digire. Em bi zemê radibin û radizên. Ev întîxar ji ber krîzê pêk tên. Hikûmet li şûna ku bêrîka xwe tije bike bila li rewşa ciwan û gel binêre.”BI DÎMEN
 
*Endamên Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê diyar kirin ku tecrîd ne tenê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû civakê pêk tê û gotin ji bo şikandina tecrîdê xwe berpirs dibînin û wiha berdewam kirin: “Em dikarin tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkînin. Em ê roj bi roj bi zêdetir hêvî û baweriyê têkoşîna xwe bidomînin. Di rewşa em li berxwe bidin de em ê her tiştê ku hatiye windakirin şûnde bigirin.” BI DÎMEN
 
*Ozgecan Aslan a hatibû qetilkirin û bû sembola jinan, di ser qetilkirina wê de 5 sal derbas bû. Endamên Platforma Jinan a Mersînê diyar kirin ku ji wê rojê heta niha yekane tişta mezin bûye têkoşîna jinan e û hat gotin ku desthilatdarî di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan de tenê li ser ceza sekiniye û tedbîr negirtiye. Her wiha diyar kirin ku jinan li dijî şîdetê ‘parastina rewa’ kirine. BI DÎMEN