Li Dêrsimê jin li panelê hatin gel hev

  • 16:04 9 Sibat 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsim jin li panela Komeleya Piştevaniya Jinan a Yenî Gunê hatin gel hev. Di panela ku gelek jin lê kom bûn de, hat diyarkirin ku jin dikarin  êrîşên li ser destkeftiyên wan tên kirin bi rêxistinbûna xwe berbelav bikin.
 
Li Dêrsimê  Komeleya Piştevaniya Jinê ya Yenîgunê panela bi dirûşma, "Jin dikarin çawa li dijî sûcên destnedana zayendê têbikoşin û dikarin çi bikin?" panel li dar xist. Panela ku moderetoriya wê psîkolog Duygu Kurban kir, Profesro Doktor Gulnaz Karatay û gelek jin tevli bûn. Panela ku li Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) hat kirin, Seroka Komeleya Piştevaniya bi Jinê re ya Yenîgunê Fîdan Demîr, diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî girîng in û got ger ku jin bikaribên bên gel wê hemû zor û zahmetiyan derbas bikin. 
 
'Divê em rê nedin tundiyê'
 
Axaftina destpêkê ya Pnelê ji aliyê Gulnaz Karatay ve hat kirin. Gulnaz diyarkir ku çarçoveya tundiya zeyendî berfireh e; li cihê ku şer, koçberî û pergala hiqûqê bê hezê be sûcên tundiya zayendî zêetir in. Gulnazê di berdwamiyê de got ku gorî rêjeya cîhanê  li Tirkiyeyê bûyerên êrîşên zayendî zêdetir in û ev tişt got: "Bûyerên êrîşa zayend wekî qeza tên famkirin û ji ber ku ser gelekan tê girtin jî di wextê de mudaxele nayê kirin."  Gulnaz anî ziman li gorî statûya gûmanbarê êrîşa zayendî dike helwest nayê nîşandan û ev jî ne rast e.  Gulnazê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê em tu carî rê nedin tundiyê." 
 
Gunaz bi bîr xist ku guhertin ji kesan de dest pê dike û ji bo ku mirov kesan pêşve bixe hewldan girîng e. Gulanz wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li cihê ku divê gûmanar bê veşartin, ji bo ceza bigire divê mirov hewl bide, pêvajoya hiqûqî jî divê bi piştevaniyê  bê bihêzkirin û mirov ji bo kesê bi tundiyê re rûbirû dimînbe bibe piştgir."
 
'Bi têkoşîna rêxistinkirî dikar bê berbelavkirin'
 
Parêzer Çagla Yolaşan jî bal kişnad ser dema çêkirina qanûnan û rola jinê di vî warî de û bi qanûna 6284 mafên jinan ku bi dest xistine û mekanîzmayên ku jin di dema tundiyê de serî li wan bide rêz kirin. Çaglar got ku jin dikarin  êrîşên li ser destkeftiyên wan tên kirin bi rêxistinbûna xwe berbelav bikin.
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.