Daneşîna doza hevşaredar Şehzade û Azîm sibe tê dîtin

  • 13:48 9 Sibat 2020
  • Rojane
 
WAN - Daneşîna yekem ya doza hevşaredar Şehzade Kurt û Azîm Yacan ku piştî li şûna wan qeyûm hat tayînkirin û ji peywirê hatin girtin sibe tê dîtin.
 
Daneşîna yekem a doza Hevşaredarên navçeya Wanê ya Rêya Aarmûşê Şehzade Kurt û Azîm Yacan ku di 8'ê Adarê de hatin binçavkirin û piştî ji peywirê hatin girtin li şûna wan qeyûm hat tayînkirin ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê û "muxalifî ji qanûna xwepêşandan û civînan re kirine" tên darizandin  sibe li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê dîtin.