Li Wanê 13 penaber ji ber sermayê mirin

  • 09:28 9 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Li navçeya Ebexe ya Wanê 13 penaber ji ber sermaya zêde qerisîn û mirin. 
 
Li Taxa Sariçîmen a Navçeya Ebexe ya Wanê, 13 penaber li çiyê ji serma qerizîn û jiyana xwe ji dest dan. Li gorî nûçeya Havar a rojnameya herêmî ya Wanê, 13 penaberên ku sînor derbas kirin ji serma qerizîn û jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku 10 penaber ji Afganistan û 3 penaber jî ji Kobanê ne.