Endezyar Dilvîn Yilmaz: Nexşerêyên nû ên jeolojiyê divên

  • 09:25 9 Sibat 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Endezyara Jeolojiyê Dîlvîn Yilmaz diyar kir ku taybetiya zemînên avahî lê tên çêkirin, nayê zanîn, di erdhêjan de bandor zêdetir li van avahiyan dibe û got: “Mînak li Golcukê erdhêj çêbû li Avcilar bi dehan avahî hilweşiyan. Ji ber zemîna wir ne musaît e. Li Stenbolê herêmên ku têk çûne û şemitîne tên zanîn. Ev herêmên bi rîsk in.”
 
Li Elezîzê ku navenda wê Sîvrîce bû di 24’ê Çilede bi meznahiya 6.8 erdhêj pêk hat û 41 kesî jiyan axwe ji dest da û hezar û 600 ks jî birîndar bûn. Bi dehan avahî hilweşiyan. Piştî erdhêjê her çiqas dewlet bêje tedbîrên pêwist hatine girtin jî tabloya heyî berovajî ye.
 
Endezyara Jeolojiyê Dîlvîn Yilmaz, geşedanên piştî erdhêjê û der barê tedbîrên li hember erdhêjê de pirsên me bersivand.
 
*Herî dawî li Xerpêtê erdhêj çêbû. Bandora vê li bajarên cuda jî hat hîskirin. Têkiliya vê bi avakirina bajaran a li ser xeta fayê heye?
 
Em li welatekî di alî jeolojîk de pirsgirêkên wê yên cidî hene dijîn. Heta tevgerên levhayê bidomin wê di sînorên levhayê de erdhêj pêk bê. Xetên fayê yên Bakurê Anatolyayê û Rojhilatê Anatolyayê aktîfin û di rewşa ku erdjêhên mezin yên bandorê li ser hemû Tirkiyeyê bikin de ne. Bi vê hişmendiyê divê em tevbigerin.
 
Di mijarên ku xeta fayê li ku derbas dibe, di erhêjên heyî de kîjan herêm çawa bi bandor dibe de, divê xebat bên meşandin. Divê serî li nêrîna zanistan bê dayîn. Wezaret û rêveberiyên herêmî divê di mijara ji îmarê re vakirinê hesas tevbigerin û bajar ji xeta fayê dur bê avakirin. Lê mixabin li Tirkiyeyê gelek bajar li ser xeta fayê ne.
 
*Li Xerpêtê di encama erdhejê de gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Gelek avahiyiyan xesar dît. Gelo avahî li dijî erdhêjê saxlem in an na?
 
Di erdhêjê de avahiyên zirarên mezin dîtine hene. Ez ne pispora erdhêjê me. Ez nikarim bi argumanên sîsmolojîk biaxivim. Lê wek endezyareke jeolojiyê, dikarim bêjim ku îhmal û bêtedbîrî bû sedema mirinê. Avahiyên ne saxlem bûn sedema mirina bi dehan kesî. Divê valahiyên di pergala pêkanîna kontrol û endezyariyê de û dîsîplîn bê axaftin. Ger hewce be divê rêzikname bên guhertin. Çêkirina avahiyên saxlem ne zehmet e. Divê bandorên ji derve tên baş bên diyarkirin. Divê kalîteya alavan baş bê kontrolkirin. Divê li gorî taybetiya zemînê, katê avahiyan bê diyarkirin. Li gorî taybetiyên çêkirina avahiyan a di rêziknameyê de hatiye diyarkirin û kontrolên hewcedar, rîsk dikare dakeve asta herî mînîmum. Armanca esas newindakirina can e. Yanî çêkirina avahiyên saxlem ne zehmet e.
 
*Piştî erdhêja Xerpêtê, bacên ji erdhêja Golcukê ya 1999’an heta niha hatine girtin hatin rojevê. Rayagiştî di gelek platforman de hesabê van bacan dipirse. Lê hikûmetê tiştek negot. Hun vê çawa dinirxînin?
 
Bacên piştî erdhêja Marmarayê şûnde hatin komkiri, têgotin ku niha 72 mîlyar e. Di pêşnûmeya ku wê demê pêşkêşî meclîsê hat kirin de hat diyar kirin ku ji bo jiyana li wê herêmê di demeke kurt de sererast û normal bibe wê bê komkirin. Lê di daxuyaniya dawî ya hikûmetê de wiha hat gotin ‘Ev pereyê ji butçeyê re hatiye veqetandin, yanî ev pere ne fona erdhêjê, ji bo hemû hewcedariyan tê bikaranîn.’ Di salên borî de jî wezîrê aboriyê got ‘ji bo yek lêçûnekê komkirina bacê ne rast e’ û gotibû ji bo riyên duble bikar anîne. Bêguman mirov jî vê mereq dikin û dipirsin.
 
*Erdhêja Marmarayê ya dibêjin wê pêk bê bi salene tê axaftin. Li aliyê din jî mijara Kanal Stenbol heye. Ev proje wê bandorê li erdhêjê bike?
 
Na. Avahiyên li ruyê erdê tên çêkirin bandora enerjiyê li xeta fayê nakin. Lê ji xwe Faya Bakurê Anatolyayê aktîf e û her tim erdhêjê diafirîne. Trafîka behrê ya Stenbolê jî di ser xeta fayê re derbas dibe. Xuyaye wê şîdeta erdhêjê zêde bike. Ji ber ku erdhêjeke tê payîn heye û di erdhêja heyî de rîska tsunamî heye. Tevî ku ev rîsk hene jî em behsa peravaeke 38 kîlometreyî û bajarekî ku 500 hezar kesî dihewîne dikin. Ne tenê rîska erdhêjê, wê ekosîstem jî wêran bibe.
 
*Hun kêmasiya tedbîran girêdayê çi dibînin?
 
Erdhêj karasetek xwezayî ye û em dem û şîdeta wê nikarin asteng bikin. Lê di vir de faktora divê lê baldar bin ev e ku divê pêşî li mirinê bê girtin. Mixabin bi civakê re hişmendiya erdhêjê tune. Divê rêveber û zanist bên gel hev û li ser mijaran nîqaş û plansaziyan bikin. Lê li Tirkiyeyê ji jeolojiyê re butçe nayê veqetandin. Kêmasiya daneyan heye. Ji bo dane bên komkirin jî divê butçe bê veqetandin. Berê di lîseyan de dersên jeolojiyê hebûn. Divê her kes dersa erdnîgariyê bigire. Ji ber em li welatekî ku pirsgirêkên wê yên jeolojîk heye, dijîn.
 
* Divê çi tedbîr bên girtin?
 
Divê zanistên li ser vê mijarê xebat meşandine bên gûhdarkirin. Divê rêveberiyên herêmî û wezaretên têkildar bi hev re bi awayekî koordîne bixebitin. Divê dem neyê windakirin û bi lez tevbigerin. Divê li dijî erdhêjê amadekarî hebin. Stenbol bajarekî meizn e. Li hinek herêman rîska cidî ya erdhêjê heye. Divê em taybetiyên jeodezîk yên her herêmê baş bizanibin. Ger hewce be divê taybetiyên zemîna her taxê bê zanîn. Mînak li Golçukê erdhêj çêbû lê li Avcilar bi dehan avahî hilweşiyan. Ji ber zemîn ne musaîte.