Jinên Şengalê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

  • 09:04 9 Sibat 2020
  • Rojane
Ahlam Heci-Viyan Said
 
ŞENGAL - Jinên Kurd ên Êzidî derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku tecrîda giran nayê qebûlkirin û wiha gotin:"Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Rêber Apo tecrîdek bi vî rengî tu carî heq nake. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe em ê heta dawî têbikoşin."
 
Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Jinên Kurd ên Êzidî axivîn. Jinan gotin:"Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li berxwe bidin. Divê hemû cîhan li dijî tecrîdê têbikoşin."
 
' Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe em ê heta dawî têbikoşin'
 
Endama TevgeraAzadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Hezar Mendo wiha got:"Ji ber ku desthilatdar ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin tecrîda giran li ser wî dimeşînin. Pêwîst e hemû kesên xwedî wîcdan, li Rêber Apo xwedî derbikevin. Em bang li hemû cihanê dikin ku li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwedî derbikevin. Ji bo jiyaneke azad û bi rûmet divê em li Rêberê xwe xwedî derkevin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Rêber Apo tecrîdek bi vî rengî tu carî heq nake. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe em ê heta dawî têbikoşin."
 
'Divê hemû cîhan li dijî tecrîdê têbikoşin'
 
Endama TevgeraAzadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Xoxê Cindo anî ziman ku ew ê tu carî li dijî vê tecrîdê serî netewînin û wiha got:"Em tecrîda li ser Serokê xwe şermezar dikin. Em ji bo Rêberê xwe azadiyê dixwazin. Em dixwazin Serokê me bi me re bijîn. Loma me her gazî rêxistinên mafên mirovan kiriye. Hêvî û daxwazên me ji hemû netew û gelan heye ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser piyan. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li berxwe bidin. Divê hemû cîhan li dijî tecrîdê têbikoşin."