Ji komîsyona alozîyê Rojbîn Bor: 37 kes bi zanebûn ber bi mirinê ve birin

  • 13:24 8 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Der barê aşûta li navçeya Mîksê ya Wanê pêk hat de ji komîsyona aloziyê Rojbîn Bor axivî. Rojbînê diyar kir ku ev ne qezayeke ji rêzê bû û got bêtedbirî bû sedema mirina bi dehan mirovan. 
 
Di 4’ê sibatê de li ser rêya di navbera navenda Wanê û navçeya Mîksê de dema ku mînûbisek rêwiyan ber bi navçeyê ve diçû, aşût bi ser de hat û di bin aşûtê de ma. Di roja destpêkê de di encama xebatên lêgerînê de 6 welatî hatibûn rizgarkirin û cenazeyên 5 welatiyan jî hatibû derxistin. Ji bo cenazeyê welatiyên din xebatên dîtin û rizgarkirinê hatibûn destpêkirin.  
 
Di xebatên rizgarkirinê de cara duyemîn aşût ket  û di vê encamê de 50 kes di bin aşûtê de man. Ji kesên di bin aşûtê de man heta niha cenazeyên 41 kesan hatin derxistin. Her wiha 6 jê giran 81 kesên birîndar rizgar bûn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê komîsyona aloziyê ava kir.  Rojbîn Bor a ku di komîsyona aloziyê de cih digire agahî da. Rojbînê bi lêv kir ku li gorî  tespîtên wan li cihê bûyerê îhmal û bêtedbirî heye û diyar kir ku  ew vê felaketa aşûtê wekî qeder bi nav nakin û got trîlyonên ku ji bo qenala Stenbolê dihatin xerckirin dikarin ji nîvê wê ji gelê Mîksê re rê çêkiribana. 
 
‘Li cihê bûyerê maşîneyên kar hatin xebitandin’
 
Rojbînê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku  hevdîtinên ku wan bi birîndar û malbatan re kirin ragihandin ku li cihê herêma aşûtê bi tu awayî tedbîr nehatibû hildan û wiha axivî:” Me ji roja ewil komîsyona aloziyê ava kir. Xebatên me bi şev û roj didomin. Malbat û birîndarên ku me li nexweşxaneya ziyaret kirin diyar kirin ku li cihê bûyerê maşîneyên kar dihatin xebitandin û li cihê bûyerê bêtedbiriyeke mezin hebû. Her wiha birayê  şewirmenda Serokkomariyê Gulşen Orhan li ser medyaya civakî bi dîmenên ku maşîneyên kar li cihê bûyerê bû ev gotin piştrast kir. Sedema aşûta dûyemîn ji ber bêtedbiriyê pêk hat.”
 
‘Di koma rizgarkirinê de kesên pispor nebûn’
 
Rojbînê di dewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku kesên ku di aşûta duyemîn de hatine peywirdarkirin ne pispor bûn û got  ev nêzîkatiya jî  bû  sedema mirinan û ev nirxandin kir:” Di aşûta yekem de kesên ku li cihê bûyerê hatibûn peywirdarkirin di wê qadê de ne pispor bûn. Ji xeynî kesên pispor leşker, cerdevan û welatiyên sivîl hatin peywirdarkirin. Ev bi tena serê xwe îhmala herî mezin bû. Ew 37 kesên ku li cihê bûyerê hatin peywirdarkirin ne pispor bûn û ev kes bi zanebûn ber bi mirinê ve birin.”
 
‘AKP li vir tenê bi propagandaya xwe ma û ew jî bû sedema mirina bi dehan mirovan”
 
Rojbînê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya heta niha li navçeyê daye  meşandin û got sozên ku ji gelê Mîksê re hatin dayîn ne anîn cih û wiha bi dawî kir:” Di her hatina hilbijartinê  AKP’ê propagandaya rêyê dikir. Di serdemeke nû de  ji gel re gotin em ê tunela berfê ji we re çêbikin. Ev soz hemû vala bûn. Heta niha bi tu awayî ewlehî nehat girtin. AKP li vir tenê bi propagandaya xwe ma û ew jî bû sedema mirina bi dehan mirovan.”