'Di encama polîtîkayên şer ên taybet de Gulistan nayê dîtin'

  • 10:35 8 Sibat 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce polîtikayên îktidarê yên li ser jinê nirxand. Cananê diyar kir ku dema mijar jiyan û azadiya jinê be AKP kor, kerr, bêziman dibe û wiha got: "Li ser vê erdnîgariyê di nava mijara polîtikayên şerê taybet de her dem jin hedef hatin girtin. Windabûyina Gulistanê û nedîtina wê encama polîtikayên şer ên taybet in."
 
Şîdet, kuştin û mirina jinê ya guman her ku diçe zêdetir dibe. Bi hêzbûna jinê, azadiya jinê û hebûna jinê ji hêla îktîdarê ve wekî tehdît tê dîtin. Li aliyek din jî êrîşê li hemberî destkeftiyên jinan dikin. Kujer, êrîşkar û tecawizkar her tim tên parastin. Xandekarên jin ên zanîngehê bi tacizê re rûbirû dimînin, bi zarê dixin nava tora fihûşê, lê li hemberî van kiryaran tiştek nayê kirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Damezirandina Nû ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, polîtîkayên hikûmetê ya li hemberî jinê ji ajansa me re nirxand. 
 
'Sûcdar dibin sîwana îktîdarê de xwe diparêze'
 
Canan, diyar kir ku îktîdar jinê tune dihesibîne û li hemberî jinê polîtîkayên dijminatiyê diafirîne û wiha dom kir: "Her tim êrîş dibin ser destkeftiyên jinan, dixwazin Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an ji holê rakin. Bi gotin û helwesta xwe kuştin û şîdeta li hemberî jinê meşrû dikin. Em dizanin ku sûcdar dibin sîwana îktidarê de xwe diparêzin. Hêza xwe ji polîtîkayên îktîdarê digirin. Piştî ku Wezareta Jinan ji holê hat rakinin ev tişt bêtir derket holê. Jin wekî kes nayê nirxandin wekî kesekê malbatê tê nirxandin. Kenê jinê, zarok anîna jinê û xwendina jinê li gorî serdestiyê têşe digire. Em wekî tevgera jinan dizanin ku bi faşîzma îktîdara AKP û MHP'ê ev polîtîka tê meşandin."
 
'Dema mijar dibe jin AKP ker, lal û kor dibe'
 
Canan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên ciwan û wiha dom kir: "Li hemberî xwendekarên jin her ku diçe taciz, tecawiz û şîdet zêdetir dibe. Heta îro jî der barê Gulistan Doku de tu agahî nehatiye bi destxistin. Jin bi hewldan û têkoşîna xwe xwestin aqûbeta Gulistanê bê aşkerakirin. Di serî de me dît ku li hemberî bûyerê îhmaleke mezin heye. Malbat hevalê Gulistanê gilî kir lê heta niha îfadeya wî nehatiye girtin. Dîmenên ku derketî holê nayên lêkolînkirin. Li Dêrsimê her tim polîtîkayên taybet tên meşandin. Dema mijar bibe jin AKP ker, lal û kor dibe."
 
'Di polîtîkayên şer de jin hedef tên nîşandan'
 
Canan, bal kişand ser giştînameya hikûmetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "AKP piştî ser salê bi navbeynkariya Suleyman Soylu giştînameyek derbarê Têkoşîna Topyekûn a li Dijî Şîdeta Jinê aşkera kir. Di nav giştînameyê de parastina jinê nîne û tenê malbatê derdixin pêş. Cezayêke giran li hemberî sûcdaran nîne. Her tim li ser vê erdnegariyê polîtîkayên şer ên taybet hatin meşandin û her tim jin bûn hedef. Azadî û bedena jinê her tim hedef hat girtin. Di encama polîtîkayên şer ên taybet Gulistan nayê dîtin. Li vî welatê pêvajoyên neasayî tê jiyîn. Me di erdehêjê de dît. Hikûmet aşkera got 'Em dikarin bikin, em ne mecbûrin ku hesabê bidin û em karê xwe dikin'. Bi wan gotinan derdikeve holê ku hikûmet karê xwe nake."
 
'Bi yekitiyê têkoşîn xurt dibe'
 
Canan bi tayebetî li ser têkoşîna jinan sekinî û wiha axivî: "Heke jin bibin yek dê li dijî êrîşan dikarin têbikoşîn. Em ê dengê Gulistanê û dengê jinên ciwan û dengê hemû jinan bikin yek. Ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn, ji Şîliyê heta Rojava û hemû platformên jinan ên Tirkiyeyê dikarin sekneke xurt nîşan bidin. Di sala 2019'an de jin di berxwedana karkeran, li dijî kuştina jinê û li dijî şer de gihaştin hev. Dê sala 2020'î jî ji bo jinê bibe mezinkirina têkoşîna azadiya jinan, mezinkirina yekitiya jinan."
 
'Têkoşîna jina kurd mînak e' 
 
Canan herî dawiyê qala konferansa TJA’yê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Konferans ji bo jinên li herêmê gelek girîng bû. Jin, di destkeftiyên li Rojava, têkoşîna li dijî tayînkirina qeyûman, berxwedana li hemberî polîtîkayên şer, serî rakirina li hemberî zîhniyeta serdes a mêr û têkoşîna li hemberî kapîtalîzmê de roleke çalak girt. Têkoşîn, berxwedan û serî rakirina jinên kurd ji bo jinên li Tirkiyeyê û cîhanê bû ronahiyek. Em ê hêza xwe li vir bigirin û sekn û têkoşîna jinê kurd dê ji jinên Tirkiyeyê re bibe minak."