Naxwazin li TOKÎ’yan bijîn: Kî dixwaze li cihê ku xwîn rijyaye bijî

  • 09:07 8 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Vahîbe Duman ku di qedexeyên derketina derveya Nisêbînê de xaniyê wê zirar dît û hat hilwşandin, li ser TOKÎ hat çêkirin, diyar kir ku gelo kî dixwaze li ser cihê ku xwîn hatiye rijandin, bijî û got sê sal in zirara wê nehatiye tespîtkirin.
 
Vahîbe Duman diyar kir ku xaniyê wê li taxa Zeynel Abîdîn bû û got sê sal in di kirê de dijî.Vahîbeyê got di salên 90’î de cuda caran gundê wan hatiye şewitandin û hatine surgunkirin û got: “Di 1993’an de gundê me yê li Elqê hat şewitandin. Dema ewil a şewatê de îşkenceyên mezin li me kirin. Nasnameyên me girtin. Me di şewata ewil de gund terk nekir. Lê du sal şûnde dîsa hat şewitandin. Piştî vê em derketin. Em hatin Nisêbînê. Em li taxa Zeynel Abîdîn bicih bûn. Me bi kedek mezin xanî çêkir. 6 salê me di xanî de derbas bû vê carê qedexeyê dest pê kir. Heta dawiya qedexeyê ez li mala xwe mam. Roja dawî neçar mam derkevim.”
 
‘Xaniyê min hat hilweşandin’
 
Vahîbeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî bidawîbûna pevçûnan vegeriyaye navçeyê û got: “Xaniyê min yê ku tu xesara wê tunebû bi darbeyek kelepçê hat hilweşandin. Ez û kurê xwe demê li Wanê man. 8 mehan em li wir man. Piştî qedexe rabû em hatin. Keyayê taxê got xaniyê we saxlem e. Tenê cam û deriyan zirar dîtibû. Lê dora taxê bi têlan hat dorpêçkirin û mala me di saetekê de hat wêrankirin. Dema em hatin tu tişt nema bû. Ez 40 salî me û sê carin xaniyê min tê hilweşandin.”
 
‘Em tên mexdûrkirin’
 
Vahîbeyê got ji ber ku avahiyên li ser ersa wan hatiye çêkirin jî qebûl nekiriye, pereyê kirêya wan jî nehatiye dayîn û got: “Dema gotin em li ser ersa we TOKÎ çêdikin me îmze navêt. Hîna jî gelek malbatên ku îmze nedane hene. Gelo kî li ser wê dera ku xwîn rijyaye dikare bijî. Sê sal in tapoya me di destê me de ye û em tên mexdurkirin. Em niha nizanin wê çi bibe. Em vê mexdûriyetê qebûl nakin.”