‘Jin di 9’ê sibatê de tên cem hev’

  • 09:03 8 Sibat 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Meclîsên Jinan û KCDP di 9’ê sibatê de li Stenbolê hevdîtina jinan pêk tînin. Jinên li Edenê bang kirin û gotin: “Hewcedariya me ya enternasyonel a jinan ji her demê zêdetir hewce pêş heye. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî hevdîtinê bibin.
 
Bi banga Meclîsên Jinan û Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) jin wê li Stenbolê bên cem hev. Ji 44 bajaran bi dirûşmeya ‘tu car tuyê tenê nemeşî’ jin wê biçin Stenbolê û li Navenda Çanda Mustafa Kemal bên cem hev. Mijara sereke ya civînê kuştinên jinan yê zêde bûne û rêbazên ku pêşî lê bê girtinê ne. Endamên KCDP û Meclîsa Jinan a Edenê bang kirin.
 
Berfîn Kiliç bi lêv kir ku ji wekheviya zayenda civakî nîqaş bikin ji bo li dijî rêbazên têkoşîna li hember şîdetê wê bên cem hev û got: “Em jin wê ji bo mezinkirina têkoşînê bên cem hev. Em ji bo kuştinên jinan rawestinin, ji bo li dijî şîdeta li ser jin û zarokan, êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan tên cem hev. Em ji bo bêjin ‘hûn tenê nameşin’ wê bên cem hev. Li Tirkiyeyê jin li her derê rastî şîdetê tên. Tên qetilkirin. Mafê jiyanê ya sereke jî nadin jinê. Mafê herî sereke yê jiyanê ji dest tê girtin. Di dema AKP’ê de şîdeta li ser jinê ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Di encama têkoşîna jinan de Peymana Stenbolê hat îmzekirin û qanûna hejmar 6284'an ket meriyetê. Em dixwazin dewlet, dadger, dozger, hêzên ewlehiyê peywira xwe bînin cih.”
 
‘Şîdetê normal dikin’
 
Zeynep Cemre Fîrdevsoglu jî daxuyakirin ku şîdet hatiye normalkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê jiyana serdest ya mêr tê ferzkirin. Şîdet tê normalkirin. Em vê baş dizanin. Dixwazin bidin bawerkirin ku şîdet di fitrata mêr de heye. Em vê qebûl nakin. Em li dijî şîdeta serdest ya mêr têdikoşin. Em dixwazin qanûna 6284'an pêk bê. Em dixwazin Peyaman Stenbolê pêk bê. Di hevdîtinê de em ê hemû xebat û çalakiyên xwe, rêbazên têkoşîna xwe ya salekê ji hev re ragihînin. Em ê nîqaşên ku têkoşînê li bajarên din jî belav bikin, bimeşînin.”
 
‘Divê em bibin yek’
 
Kubra Kiliç jî balkişand ser mijarên hevdîtinê û got wê di civînê de bilindkirina têkoşîna jinên cîhanê biaxivin û wiha dawî lê anî: “Tiştên em dijîn dişibin he. Ji Arjantîn, Ispanya, Îranê û Fransayê têkilî tên danîn. Ji ber vê jî femînîzm ne projeyeke rizgariyê ya şexsî ye. Bêguman her kes her jinek tenê yek e, lê li hember me hêzeke me dipelçiqîne heye. Divê em bibin yek. Em hemû jinan dipên civînê.”
 
Li aliyê din jî jinên ku dixwazin tevlî hevdîtinê bibin bila serî li rêxistinên jinan bidin û wesayît wê ji bajaran rabin.