ROJEVA 8'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 8 Sibat 2020
  • Rojev
 
*Gundê Gora Êmo navê xwe ji jineke kurd a ku li vî gundî jiyana xwe ji dest daye û lê hatîye veşartin, girtiye. Navê Êmo tê wateya  bedewî û xweşikiyê. DÎMEN HEYE
 
* Meclîsên Jinan û KCDP di 9’ê sibatê de li Stenbolê hevdîtina jinan pêk tînin. Jinên li Edenê bang kirin û gotin: “Hewcedariya me ya enternasyonel a jinan ji her demê zêdetir hewce pêş heye. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî hevdîtinê bibin. DÎMEN HEYE 
 
*Parêzer Habîbe Deyar diyar kir ku dosyayên kesên ji doza Sûrê dihatin darizandin hev veqetiyane lê hem yên tên darizandin û hem jî em nehatin agahdarkirin û got roja rûniştinê hînbûne ku doz hatiye tefrîkirin (cudakirin). Habîbeyê daxuyakirin ku darizandin li gorî usulê nehatiye kirin. DÎMEN HEYE 
 
* Dayika girtiyê nexweş Selman Akpinar, Koçer Akpinar diyar kir ku gumanbarê komkujiya Sêwasê ji aliyê serokomar ve tê efûkirin û tê berdan, lê kurê wê nabin nexweşxaneyê û got: “Êdî bes e, gelo çi mafê wan heye ku vê zilmê bikin? Divê wekhev nêzî girtiyan bibin.”
 
* Vahîbe Duman ku di qedexeyên derketina derveya Nisêbînê de xaniyê wê zirar dît û hat hilwşandin, li ser TOKÎ hat çêkirin, diyar kir ku gelo kî dixwaze li ser cihê ku xwîn hatiye rijandin, bijî û got sê sal in zirara wê nehatiye tespîtkirin. DÎMEN HEYE 
 
*Mulkiye Tekîn a ku di temenê biçûk de hat zewicandin, çîroka jiyana wê ji jinan re dibe îlham. Mulkiyeyê got her jin serkeftî ye û bi gotina ‘ev ne jiyana min e’ derket û yek a helbestê du heb jî roman nivîsî. DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce polîtikayên îktidarê yên li ser jinê nirxand. Cananê diyar kir ku dema mijar jiyan û azadiya jinê be AKP kor, kerr, bêziman dibe û wiha got:"Li ser vê erdnîgariyê di nava mijara polîtikayên şerê taybet de her dem jin hedef hatin girtin. Windabûyina Gulîstanê û nedîtina wê encama polîtikayên şer ên taybet in."DÎMEN HEYE