Ji bo komploya 15'ê sibatê li Mexmûrê semîner hat dayin

  • 17:24 7 Sibat 2020
  • Rojane
MEXMUR - Ji bo komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê semînerek ji bo saziya tendurustîyê hate dayîn.
 
Li ser komploya navneteweyî ya ku di sala 1999’an de  li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatiye kirin de îro li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha  Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) semînerek ji bo saziya Tendurustîyê hate  dayin. Beriya ku dest bi semînera xwe bikin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Semîner ji aliyê Endama Koordînesiyona Meclîsa Îştar ve Gurbet Îşlek ve hate dayin û wiha dest bi axaftina xwe kir û got:"  Ew kesên ku di dîlgirtina Rêber Apo de rol leyistine em wan wekî rûreş dibînin û wan şermezar dikin. Hezên destihiladar ji bo temenê xwe dirêj bikin komployek wisa bê bextane li dijî Rêbertiya me dan meşandin. Ev hêzên xêrnexwaz wer ji xwe re dihesibandin ku wê bi van kiriyarên xwe me û Rêbertiya me ji hev bide qut kirin. Lê belê tam berovajî vê yekê her roja derbas bû em xurtir bûn em ji bo azadiya Rêberê xwe daketin qadan."
 
'Di sosyalîzimê de israrkirin di mirovatiyê de israrkirin e'
 
Gurbet Îşlek di berdewamiya axiftina xwe de wiha got:"Piştî ku sosyalîzma reel hate hilweşandin şûnde Serok Apo dirûşmak berz kir û wiha got 'Di sosyalîzimê de israrkirin di mirovatiyê de israrkirin e'. Zihniyeta kapîtalîst serkêşa wê Amerîka û Înglîz û Îsraîl e dixwazin zihniyeta sosyalîzmê tune bikin. Di bin navê projeya Rojhilata Navîn a mezin de dîzayna ku hatî dayin di sed sala borî de li gor berjewendiya wan êdî têrê nake û êrişî her derê dikn."
 
'Azadiya Rêbertî erka jina ye'
 
Gurbet Îşlek di dawiya axifina xwe de wiha got:" Em jî weke jinekê soz didin ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin. Em di nava wargehê de hîn zêdetir li nêrînên Rêbertî xwedî derkevin. Ji bo valaderxistina kompilo û azadiya Rêbertî erka herî zêde dikeve li ser milê jinan. "
 
Semîner bi dirûşmê "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû..