Şandeya HDP’ê û DBP’ê serdana şîn û birîndarên aşûtê kir

  • 17:03 7 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Şandeya ji rayedarên HDP’ê û DBP’ê pêk tê li Wanê serdana şînên ji bo kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dane kirin. 
 
Li navçeya Miksê ya Wanê aşût pêk hatibû û di vê bûyerê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi dehan kes birîndar bûbûn. Şandeya ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir pêk tê li Wanê serdanên xwe yên birîndaran û sersaxiya welatiyan didomîne. 
 
Şandeya HDP’ê û DBP’ê ewilî li nexweşxaneyan serdana birîndaran kir. 
 
Şande pişt re jî li bajêr çû serdana şînên ji bo kesên di aşûtê de jiyana xwe ji dest dane hatine danîn kir. Şandeyê ji malbatan re sersaxî xwest.