Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

  • 12:45 7 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL - Polîsan serê sibehê bi ser gelek malên li navçeyên Bahçelîevler, Kuçukçekmece, Esenyûrt û Beyoglû yên Stenbolê de girtin û gelek kesan binçav kirin. 
 
Polîsan vê serê sibehê li navçeyên Bahçelîevler, Kuçukçekmece, Esenyûrt û Beyoglû yên Stenbolê bi ser gelek maland de girtin. Polîsan deriyê malan şikand û ketin hundiran û kelûpelên welatiyan serûbin kirin. 
 
Di serdegirtinan de ji navçeya Bahçelîevlerê Dayika Aştiyê û siyasetmedar Canşah Cemîle Çelîk, rêveberê rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê Serkan Yilmaz, xebatkarê rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Mustafa Turgut, ji navçeya Kuçukçekmeceyê Îhsan Sînmîş û ji navçeya Esenyûrtê jî Adem Ozyûrt jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku Canşah Cemîle Çelîk û Serkan Yilmaz birin Fermendariya Cendirmeyan a Bajêr ku li Maslakê ye.
 
Nehat zanîn ku ka binçavkiriyên din li ku tên ragirtin. 
 
Sedema binçavkirinê nehat zanîn.