Partiyên Kurd çûn serdana Mexmûrê

  • 12:42 7 Sibat 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Şandeya Bakurê Kurdistanê serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir. Di serdanê de şandeyê diyar kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê û yekitiya neteweyî ya Kurd ew di nava hewildanan de ne.
 
Şandeya Bakurê Kurdistanê ya ji endamê rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê Hozan Kardaş, Serokê Partiya Însan û Azadîyê Mehmed Kamaç, endamê rêveberiya Partiya Azadî Cemal Sate, Hevserokê Giştî a Kongreya Civaka Demokratîk Bedran Ozturk, parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya Başûr pêk dihat serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî kirin.
 
Şande ji aliyê Hevserokên Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Hevşaredarên Wargehê ve hatin pêşwazîkirin. Piştre şande derbasî Meclîsa Gel bûn û li wê derê li ser rewşa dawî ya kampê bi Hevserokên Meclîsa Gel û Hevserokên Meclîsa Îştarê re axivîn.
 
Piştre şande derbasî Saziya Malbatên Şehîdan bû û li wê derê ji aliyê bi sedan şêniyên wargehê ve hatin pêşwazîkirin.
 
Li ser navê gel Hevserokê Meclîsa gel Hecî Kaçan xêrhatina şandeya Bakurê Kurdistanê kir û ji bo serdanê spasiya şandeyê kir.
 
Piştre Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk axivî. Bedran ji bo pêşwazîkirinê spasiya şêniyên kampê kir û got: “Wek tê zanîn gelê Mexmûrê wek gelê Botanê di salên 1990’an de ji ber zilma dewleta tirk berê xwe da Başûrê Kurdistanê û serî ji zilma dewleta tirk re netewand. Çiqas Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava kiribin çar parçe, lê ji bo gelê Kurd Kurdistan yek parçe ye. Em nahêlin me ji hevdû veqetînin. Em wek Kongra Civaka Demokratîk û wek partiyên Bakur, ji nêz ve li rewşa Mexmûrê dipirsin û hewldanên me berdewam in. Ev ambargo û êriş nayên qebûlkirin. Pêwîst e Kurd bi Kurdan re dijminahiyê neke. Li tu devera cîhanê dewletek dostê Kurdan nine. Ji bo gelê Kurd nebe xwedî îrade, dewleta tirk dijminahiyek mezin dike. Pêwîst e em Kurd dijminê xwe nas bikin. Çend caran Mexmûr hate bombebaran kirin lê tu dewletekê hesabê vê yekê nepirsî.”
 
Piştre Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarê hatina wan wa Mexmûrê axivî. Ayşeyê da zanîn ji bo tifaqa neteweyî ew hatine Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Dema ku em hatin Başûr me got em serdana gelê xwe yê Mexmûrê jî bikin. Ji ber ku îro Mexmûr hem ji aliyekê ve dibin dorpêçê de ye û hem jî êrişên DAIŞ’ê li ser hene. Dema ku em hatin li vir me dît ku gelê Mexmûrê di nava şert û mercên zehmet de dijîn û xeteriyek mezin li ser jiyana wan heye. Ji bo rakirina dorpêç û ambargoyê em dinava hewildanan de ne. Em dixwazin dengê Mexmûrê bigihînin her derê.”
 
Serokê Partiya Insan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî da diyarkirin ku ewê heya dawiyê ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê di nava hewildanan de bin. Tiştê ji destê wan were ew ê ji bo Mexmûrê bikin.