Çalakiyên Hefteya Çandî ya li Kobanê dewam dike

  • 09:40 7 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Çalakiyên Hefteya Çandî ya bi pêşengtiya Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê hatiye lidarxistin do di roja sêyemîn de berdewam kir. 
 
Çalakiya Hefteya Çandî ya do di roja xwe ya sêyemîn de dewam kir. Di roja sêyemîn de li ser mijara dîroka nava herdu çeman de semînerek hat dayîn. Di semînerê de sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Semîner ji aliyê Parêzer Omer Etî ve hat dayîn. 
 
Têkildarî mijara di nava herdu çeman de mamosteya bi navê Xalîse Hesen nêrîna xwe parve kir. 
 
'Dîrok nasnemeya mirovan e'      
                      
Mamoste Xalîse Hesen bal kişand ser girîngiya dîroka di nava herdu çeman de û wiha pê de çû: "Di destpêkê de pêwîst dike ku her kes dîroka xwe nas bike û bizanibe ku ev dîrok ji ku derê hatiye. Ji ber yên ku dîroka xwe nas neke xwe jî nas nake. Ev semînerên wiha tên dayîn em gelek berhem û sûdê jê digirin."
 
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.
 
Hêjayê gotinêye ku dê îro jî mijara bandora ragihandinê ya di nava civakê de were dayîn.