Şahid û birîndarên karaseta aşûtê: Tedbîr nehatibû girtin

  • 09:20 7 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Li Mîksê ya Wanê 2 rojan li ser hev aşût ket û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Şahidên bûyerê diyar kirin ku qada ku ekîbên AFAD’ê, leşkerî û cerdevan lêbûye maşîneyên kar lê dixebitîn, tu tedbîr nehatiye girtin.
 
Li navçeya Mîksê ya Wanê 2 rojan li ser hev aşût ket û di bûyerê de 41 kesî jiyana xwe ji dest dan û 100 kes jî birîndar bûn. Şahidan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
Kemal Narîn got dema aşûta ewil çêbûye çûne cihê bûyerê ku xizmên xwe xilas bikin û got: "Dema aşûta duyem ez li cihê bûyerê bûm. Biraziyê min di bin de mabû. Ez ji Wanê çûbûm cihê bûyerê. Li cihê bûyerê maşîneyên kar dixebitîn. Komeke ku ji AFAD, UKEM, cerdevan û welatiyên sivîl pêk dihatin agir pêxistibûn û xwe germ dikin. Em jî ber cihê aşûta yekem ve çûn. Bi navbera du deqeyan aşût ket."
 
‘Tu tedbîr nehatibû girtin’
 
Kemal daxuyakirin ku tevî ku roja beriya vê aşût ketibû tu tedbîr nehatibû girtin û ev tişt vegot: “Li cihê ku aşûta yekem pêk hatibû, parçeyên mezin ên berfê di valahiyê de mabûn. Yanî aşûta duyem ji ber tedbîr nehatin girtin pêk hat.”
 
‘Li cihê aşûtê maşîneyên kar dixebitîn’
 
Orhan Aslan jî got dema aşûta duyem li cihê bûyerê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî ku ekîbên AFAD, gelek leşker û cerdevan li cihê bûyerê hebûn, maşîneyên kar dixebitîn. Me gelek kesên di bin berfê de bi destên xwe derxistin.”