Dayika girtî: Bila dawî li vê îşkencê bînin

  • 09:14 7 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayika Tahir Aktan ê ku li 2'yemîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Tekirdagê di hucreya yekkesî de tê girtin, Cevahir Ertan wiha got:"Ji ber ku ez xemgîn bûm ez felc bûm. Loma ez nikarim biçim hevdîtinan jî. Divê êdî dawî li vê îşkenceyê bê."
 
Girtiyê bi navê Tahîr Aktan yê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê girtiye derket holê ku bi tena serê wî di hucreyê de tê girtin û hat diyarkirin ku Tahîr di 2017’an de di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye û ji ber vê milê wî yê çepê şikestiye û nehatiye dermankirin.
 
Dayika wî Cevahaîr Aktan diyar kir ku ji ber îşkenceya li kurê wî hatiye kirin wê felç derbas kiriye û ji ber vê nikare biçe hevdîtinê jî û got: “Divê îşkenceya li ser girtiyan demildest bi dawî bibe. Her tişt anîn serê kurê min. Dema nû hat girtin rastî îşkenceya mezin hat. Demekê li girtîgeha Mêrdînê ma û piştre surgun kirin. Dema li Mêrdinê dima ez her meh diçûm hevdîtina wî. Ez niha nikarin kurê xwe bibînim. Xemgîn dibim. Gelek bêriya wî dikim.”
 
‘Jiyan li me kirine zindan’
 
Cevahîrê daxuyakirin ku bila dest ji îşkenceyê berdin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roj ji girtîgehê agahî tên. Ji xwe nav çar dîwaran de ne. Bila ev îşkence bi dawî bin. Ew li hundir van tiştan dijîn. Em jî li derve dijîn. Jiyan li me kirine zindan.”
 
‘Îdianame jî nehatiye amadekirin’
 
Mefiya Aktan jî wiha got: “Çar sale girtiye. Bi giştî salekê ligel hevalê xwe di koguşê de nemaye. Her tim di hucreyê de bû. Îdianameya wî jî nehatiye amadekirin. 7 mehên dawî qedexeya hevdîtinê hebû. Em nikaribûn biçin hevdîtina wî jî. Tenê di hucreyê de ye. Kurê min herî dawî çû hevdîtina wî. Tahîr bi rojan di bin îşkenceyê de ma. Bi wê rewşê ew dabûn çapemeniyê jî. Destên wî şikandin. Derman nekirin. Niha jî nayê dermankirin.