‘Nobedar nikare nasnameyan min bipirse’

  • 09:12 7 Sibat 2020
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Jinan der barê pêşnûme qanûna ku rayeyê dide nobedaran de axivîn û diyar kirin ku ev biryar êrîşeke li hember azadî û mafan e û gotin: “Ev dewlet her diçe dibe dewleta polîs. Gelo çima ji kê evqas ditirsin. Zêdetir raye, zêdetir binpêkirina mafan e. Bila demildest ji vê pêkanînên vegerin.”
 
Pêşnûme Qanûna Nobedarên Sûk û Taxê ku rayeyê dide nobedaran ku nasnameyên lêpirsîn bike, lêgerînê bike, ji aliyê Komîsyona Karê Hundir ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Jinan der barê vê de bertekên xwe nîşan dan û diyar kirin ku ev pêkanîn bi tu awayî nayê qebûlkirin.
 
Asli Alkan da zanîn ku ev biryar fikaran zêde dike û got: “Wê jiyana jinan zehmetir be. Wê jin derengiya şevê nikaribin li derve bimînin. Wek hincet ewlehî tê nîşandan. Ez hîn nû hînî vê biryarê bûm. Ji bo kesên bê perwerde raye tê dayîn û ev jî wê bûyerên tacîzê zêde bike.”
 
Jineke ku nexwest navê xwe bide jî bal kişand ser pêkanînê û got biryara zêdekirina rayeya nobedaran êrîşeke li dijî maf û azadiyane û got hewl tê dayîn ku welat bînin rewşa ‘dewlet-polîs’.
 
‘Nobedar nikare nasnameyan min bipirse’
 
Nevîn Unal jî bertek nîşanê biryarê da û destnîşan kir ku ev raye pêşî li azadiyan digire û got: “Nobedar nikare nasnameya min bipirse. Ez qebûl nakim. Ez xwe di ewlehiyê de hîs nakim. Ev pêkanînek çawa eletewş e. Ez naxwazim.”
 
Necla Dundar jî diyar kir ku nobedar nikare têkilî tu tiştê min bibe û got ev kes ne kesên bi tecrube, perwerde û xwedî zanîne û bi lêv kir ku ger ev raye bê dayîn wê bi awayekî kêfî bê bikaranîn.
 
Latîfe Dundar jî ev tişt anî ziman: “Bila dest ji van pêkanînan berdin. Em qebûl nakin. Ez ji ber van bi fikar im.”
 
Nazan Azak jî anî ziman ku divê gel di vê mijarê de bibin xwedî agahî û got: “Em gelek tiştên neyînî dijîn. Beriya ku projeyên xwe pêk tînin divê vebêjin. Pirsên divê bên bersivandin hene. Ez vê qebûl nakim.
 
Nuriye Gulver jî ev tişt got: “Ji xwe gelek polîs hene. Gelo ev têr nakin. Ez van rayeyên didin nobedaran şaş dibînim. Ev tê wateya zêdetir binpêkirina mafan. Her tişt êdî ji rê derketiye. Em berê bi rehetî li kolanan dimeşiyan. Lê êdî ne wisa ye.”