Fatma ya ku navê pitika xwe kir Hevrîn: Hevrînê navê têkoşînê ye

  • 09:02 7 Sibat 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Fatma Şelo ya ji gundê Um El-Kêfê ye û piştî 7 salan di bin dengê gule û topan de, pitikeke wê çêbû navê pitika xwe kir Hevrîn. Fatmayê têkildarî mijarê de wiha got:"Hevrîna nemir hîn dijî. Hevrîna biçûk wê tola Hevrîna mezin hilde."
 
Têkoşîn û mîrasa doza Gelê Kurd a azadiyê, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef a ku di 11'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat qetilkirin, bandoreke mezin li ser jinên herêmê kir. Bi taybet jî li ser jinên ereb kir. Jinên ereb têkoşîna wê bihîstin û wê ji xwe re wekî hêviyekê dibînin. Bi dehan jinên kurd û ereb navê Ş.Hevrîn li pitikên xwe yên nû hatin cîhanê kirine.
 
Fatma Şelo ya ji Gundê Um El-Kêfê ye û dayika 3 law û keçekê bû û piştî  7 salan pitikek wê hate cîhanê, navê pitika xwe ya 60 rojî kir Hevrîn. Tevî ku gundê Um El-Kêfê gelek caran rastî êrîş û topbarana dewleta tirk û hevkarê wê tê, lê sivîlên ku li wir dijîn peyama berxwedana li dijî êrîşkaran didin. 
 
'Tevî top li odeyên me jî ket em ji mala xwe derneketin'
 
Fatmayê derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê de ev yek anî ziman: "Dema ku gund rastî topbaranê tê em diçin mala dapîrê xwe yê ku li nîvê gund e. Em çend saetan dimînin û paşê tên mal. Dewleta tirk û çeteyên wê hatine talanî û wêraniyê. Em ax, mal û milkên xwe diparêzin. Em her roj bi topbaranê re rû bi rû dimînin, tevî ku odeyên me ji ber topan hate rûxandin jî em ji axa xwe derneketin."
 
'Hevrînê navê têkoşînê ye'
 
Fatmayê derbarê pitika xwe ya piştî 7 salan çavên xwe li cîhanê vekiriye wiha dibêje: "Em gelekî bi şehadeta Hevrîn Xelef bi bandor bûn û xemgîn bûn. Ji ber wê dema ku xwedê pitikek piştî 7 salan da min, min navê Hevrîn lê kir. Dewleta tirk dibêje qey wan Hevrîn qetil kiriye şûnde ew tune bûye. Lê ew tune nebûye. Ew her di xeyal û mejiyên me de dijî. Bi dehan Hevrîn hatin cîhanê û ew ê tola Hevrînan hilgirin. Hevrînê navê têkoşînê ye."
 
'Di nava şer de Hevrîna xwe mezin dikim'
 
Fatmayê bi lêv kir ku odeya ew tê de dimînin hem wekî odeya xewê hem wekî ya sersuştinê hem jî wekî ya raketandinê bi kar tînin û wiha dewam kir:"Ji ber ku odeyên me yên din ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatin rûxandin niha em li odeyekê tenê jiyana xwe didomînin. Ez di nava vê rewşa şer de û kêmderfetiyan de jî Hevrîna xwe mezin dikim."
 
'Tirk û çete li dijî jiyana me ya wekhev in, bila ji xaka me derkevin'
 
Fatmayê bangewazî kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dewleta tirk û çeteyên wê li dijî jiyana me ya aram û wekhev in. Da ku wekhevî û ewlehiya me xirab bikin çi ji destên wan tê dikin. Ji ber wê jî ez bang li cîhanê dikim ku çeteyan ji xaka me derxînin û em êdî bi rehetî bijîn û zarokên xwe mezin bikin."
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan wêneyê Hevrînê diyarî malbatê kir
 
Piştî ku Meclîsa Malbatên Şehîdan bihîst ku Fatmayê navê pitika xwe kiriye Hevrîn, xwest Hevrîna biçûk jî bibîne. Şandeyekê ji Meclîsa Malbatên Şehîdan serdana malbata Hevrîna biçûk kir û wêneyê Şehîd Hevrîn diyarî malbatê kir. Piştre Diyana Hisên jî şêranî li dayika Hevrîn û dayîkên ku amade bûn, belav kir.
 
'Şehîd Hevrîn pênaseya bingeha têkoşîna gelê Kurd e'
 
Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan, Behiya Celo ji dayika Hevrîn re ev yek got:"Şehîd Hevrîn pênaseya bingeha têkoşîna gelê Kurd e."