ROJEVA 7'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 7 Sibat 2020
  • Rojev
*Fatma Şelo ya ji gundê Um El-Kêfê ye û piştî 7 salan di bin dengê gule û topan de, pitikeke wê çêbû navê pitika xwe kir Hevrîn. Fatmayê têkildarî mijarê de wiha got:"Hevrîna nemir hîn dijî. Hevrîna biçûk wê tola Hevrîna mezin hilde."DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Amadekar, Rûmet Beko qala Mîhrîcana Mîtan kir û da zanîn ku Mîhrîcana Mîtan îsal bi rewşa koçberiyê û berxwedana gel dewlemendtir bû û wiha got: "Gelek kar û xebat ji bo serkeftina 4'emîn Mîhrîcana Mîtanê hat kirin." DÎMEN HEYE
 
*Meclîsên Jinan wê bi şîara ‘em ê kuştinên jinan rawestînin’ di 9'ê Sibatê de li Beşîktaşê bên cem hev.
 
*Hevşaredara Qereçobanê ya ku ji kar hatî dûrxistin Remziye Sonmez diyar kir ku çend hatibûn dûrxistin jî dê xebatên xwe bidomînin û got: "Me sozek dabû jinên ku li Qereçobanê dijîn û em ê soza xwe bi cih bînin. Em ê bi xebatên xwe hişmendiya serdest teşhîr bikin." DÎMEN HEYE 
 
*Sala borî li Çermuga Amedê derket holê ku kesê bi navê Ramazan A. du zarok îstîsmar kiriye û piştî vê gumanbar hatibû girtin. Lê gumanber di runiştina ewil de hat berdan.
 
*Jinên esnaf diyar kirin ku ji ber krîzê nikarin debara xwe bikin û gotin divê rayedar demildest vê rewşê çareser bikin.DÎMEN HEYE 
 
*Parêzer Gulşen Ozbek biryara DDB’ê ya der barê kampanyaya ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwest, nirxand û got: “Yên dixwazin tecrîd rabe daxwazeke rewa dikin. Der barê van kesan de lêpirsîn û darizandin nayê qebûlkirin. Ez bawerim ku wê biryara DDB di dosyayên bi vî awayî de mînak be.” BIDÎMEN
 
*Jinan der barê pêşnûme qanûna ku rayeyê dide nobedaran de axivîn û diyar kirin ku ev biryar êrîşeke li hember azadî û mafan e û gotin: “Ev dewlet her diçe dibe dewleta polîs. Gelo çima ji kê evqas ditirsin. Zêdetir raye, zêdetir binpêkirina mafan e. Bila demildest ji vê pêkanînên vegerin.” BIDÎMEN
 
*Dayika Tahir Aktan ê ku li 2'yemîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Tekirdagê di hucreya yekkesî de tê girtin, Cevahir Ertan wiha got:"Ji ber ku ez xemgîn bûm ez felc bûm. Loma ez nikarim biçim hevdîtinan jî. Divê êdî dawî li vê îşkenceyê bê."BIDÎMEN