Hejmara kesên li Mîksê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 41 kesî

  • 16:10 6 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Hejmara kesên ku di felaketa aşûta li Miksê de jiyana xwe ji dest dan derket 41’an. Bi ser 100 kesî re jî welatî birîndar bûne. Li cihê bûyerê lêgerîna rizgarkirinê didome. 
 
Li ser rêya navçeya Miksê ya Wanê du rojan li pey hev aşût pêk hat. Di felaketa aşûtê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihaşt 41 kesan. Bi ser 100 kesî re jî welatî birandarî hatin rizgarkirin. Li cihê bûyerê xebatên dîtin û rizgarkirinê didomin. Serê sibehê cenazeyê kesek û piştî nîvro jî cenazeyê 2 kesan hat dîtin. 
 
Heta niha derbarê hejmara çend kes di bin aşûtê de ne agahiyek zelal nehat bidestxistin.